23:11 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Charles Puigdemont û Artur Mas

    Serokê nû hat hilbijartin

    © REUTERS/ Albert Gea
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1310

    Katalanan serokê xwe yê nû hilbijartin û gotin em ê hemû bi hev re welatekî nû ava bikin.

    Navenda Nûçeyan — Katalanan li Îspanyayê ji bo ku serxwebûna xwe îlan bikin serokekî nû ji xwe re hilbijartin. Parlamentoya Katalonya duhî Charles Puigdemont wekî serok bi pir dengî hilbijart. Puigdemont, hetanî 18 mehan divê em ji Îspanyayê veqetin.

    Li Îspanyayê di hilbijartinên îlona borî de partiya alîgirê serxwebûnê Junts pel Si (Ji bo yekîtiyê erê) li Parlamentoya Katalonya bi sere xwe nebibû desthilat û bi Koalîsyona Yekîtiya Gel re hikumet ava kir.

    Dewreke girîng destpê dike

    Piştî ku her du partiyan peymana çêkirin Parlamentoya Katalonya duhî civîya û Charles Puigdemont wekî serokekî nû hat hilbijartin. Puigdemont, di parlamentoyê de li hemberî 63ê 70 deng wergirtin û bu serokê Katalonya yê nû.

    Puigdemont berî dengdayînê axaftinek kir û got, serokê Katalonyayê yê berê soz da ku hetanî 2017an divê em ji Îspanyayê veqetin û ez jî li vir soz didim ku ez ê soza serokê Katalonyayê yê berê bînim cih. Dewreke gelekî girîng destpê dike. Em ê hemû bi hev re Katalonyayeke nû û bi hev re welatî nû ava bikin.

    Barcelona, Puigdemont pîroz kir

    Piştî ku Puigdemont dest bi wezîfê kir klûba futbol a Barcelonayê li ser medya civakî peyameke pîrozbahiyê weşand.

    ​Klûbê di hisabê xwe yê Twitterê de peyamek par vekir û got, em serok Puigdemont pîroz dikin. Ji bo vê dewra bi heyecan û dîrokî ji Katalonyayê re sûdê dixwazin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo serxwebûna Katalonyayê biryara dawîn a dadgehê derket
    Parlamentoya Katalonyayê bi awayekî fermî serxwebûnê nîqaş dike
    Ji Dadgeha Destûrî ya Spanyayê bo Katalonyayê: ‘Erê'
    Serokê Katalonyayê Mas: 'Serxwebûna me qebûl bikin'
    ANALÎZA ROJEVÊ - 'Di dîlana Katalonyayê de mizgînî ji bo Kurdistanê'
    Etîketan:
    Serokatiya Katalonyayê, Charles Puigdemont, Îspanya, Katalonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de