09:38 24 Îlon 2017
Zindî
    Yemen

    Leşkerên pispor yên brîtanî jî tevlî şerê Yemenê dibin

    © REUTERS/ Stringer
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Hikumeta Brîtanya bi çek firotina Erebîstana Siûdî tê rexnekirin ji bo ku ew çek li Yemenê sivîlan hedef digre.

    Navenda Nûçeyan — Hikumeta Brîtanya bi çek firotina Erebîstana Siûdî tê rexnekirin ji bo ku ew çek li Yemenê sivîlan hedef digre. Niha jî hat îdiakirin ku Brîtanya piştgiriya leşkerî dide koalisyona Yemenê.

    Li gorî nûçeya televîzyona Sky Newsa brîtanî, 6 leşkerên pispor yên brîtanî koalisyona ku di pêşengiya Erebîstana Siûdî li hemberî Hûsiyan şer dike wan di bi kar anîna çekên brîtanî de leşkeran perwer û xizmeta şewirmendiyê dike.

    Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê di daxuyaniya xwe de got, leşkerên pispor rasterast tevlî operasyonan nabin û tu rolekê nalîzin. Leşkerên pispor ji bo ku koalisyon li gorî qanûnên navneteweyî hewl bide alîkariya wan dikin.

    Cameron serdana xwe betal kir

    Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron serdana xwe ya welatên kendavê ji bo îxlala mafên însanî yên Erebîstana Siûdî betal kir. Dewleta Brîtanya di nava 5 salên dawî de bi buhayê 8 milyar dolar çek firotin Erebîstana Siûdiyê û ev jî bû sedema nerazîbûnan.

    Bi heman mijarî:

    Li Yemenê Pevçûn: 17 kuştî û 112 birîndar
    Hûsiyên şîe li Yemenê êrişî baregeha hevpeyman kir: 150 kuştî
    Sûriye: Tirkiye milîtanên DAIŞê bi balafiran dibe Yemenê
    Firokeyên ABDê yên bê pîlot li Yemenê di salek da bûn sedema kuştina 40 kesên sîvîl
    Li Yemenê roja herî bi xwîn: 176 mirî
    Etîketan:
    Şervanên Hûsî, Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê, David Cameron, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de