04:12 24 Îlon 2017
Zindî
    Tony Blair û Miammer Qedafî

    Pêşbîniya Qedafî rast derket

    © AP Photo/ Leon Neal/Pool
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5621

    Rojnameya Telegraph ya brîtanî hevdîtineke Serokê Libyayê yê berê Miammer Qedafî û Serokwezîrê Brîtanyayê Tony Blair nivîsand.

    Navenda Nûçeyan - Rojnameya Telegraph ya brîtanî hevdîtineke Serokê Libyayê yê berê Miammer Qedafî û Serokwezîrê Brîtanyayê Tony Blair nivîsand. Qedafî di hevdîtinekê de ji Blair re dibêje ‘heke hûn destûra rûxandina hikumeta me bidin dê grûbên cihadîst êrişî Ewropayê bikin.

    Li gorî nûçeya Telegraphiyê, piştî ku ‘Bihara Erebî' dest pê kir ev çalaki li Libyayê belav dibin, Qedafî bi rêya telefonê bi Blair re diaxive û dibêje ‘ev cihadîst dixwazin kontrola Derya Spî bi dest bixin û paşî jî dê êrişî Ewropayê bikin. Ev li gorî wan cihad e. Çekên wan hene û mirovên kolanan terorîze dikin.

    Her wiha di berdewamiya nûçeyê de, Blair daxwaz ji Qedafî dike ku îstîfa bike, lê Qedafî vê qebûl nake û dibêje ez ê hêzeke taybet ku bikaribe pêşiyê li van cihadîstan bigre ava bikim.

    Bi heman mijarî:

    Li Libyayê êrişî akademiya polêsan kirin: 50 kuştî û 100 birîndar
    DAIŞê, li Libyayê bajarê dîrokî bi dest xist
    FLAŞ ÎDIA - Bexdadî ji Tirkiyeyê çû Libyayê
    Qeraxên Libyayê di bin kontrola DAIŞê de ye
    Etîketan:
    Serokwezîrtiya Brîtanyayê, Miammer Qedafî, Tony Blair, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de