12:43 25 Îlon 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkî

    Leşkerên Amerîka li Ûkraynayê diçin bar û lotikxaneyan

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 601

    Ev du sal in di navbera Hêzên Artêşa Ûkraynayê û milîsên serbixwe de li rojhilatê Ûkraynayê şer û pevçûn didomin.

    Navenda Nûçeyan — Ev du sal in di navbera Hêzên Artêşa Ûkraynayê û milîsên serbixwe de li rojhilatê Ûkraynayê şer û pevçûn didomin, leşkerên Amêrîkayê jî li bar û lotikxaneyên Komara Donetskê lotikan davêjin.

    Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Komara Donetskê ku ji Ûkraynayê bi yekalî serxwebûna xwe îlan kir Eduard Basurîn ragihand ku li gorî raportên îstîxbaratê çend leşkerên Amerîkayê li bar û lotikxaneyên bajarê Mariupolê hatin dîtin.

    Basurîn di berdewamiya axaftina xwe de got, 17 xebatkarê şirketa leşkerî ya taybet li lotikxaneya Port Citya bajarê Mariupolê hatin dîtin. Ev leşker bi zimanî ingilîzî diaxivîn û li ser wan remzên leşkerî yên Amerîkayê hebûn.

    Rayedarên Donetskê berê jî ragihandibûn ku derdora 100 leşkerên tirk çûne bajarê Mariupolê û her wiha dîsa 200 leşkerên ku bi tirkî û slovakî diaxivîn li bajarê Artemovskê hatibûn dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Xazê bişînin Ûkraynayê
    Medvedev: Tu planên me yên veşartî ji bo deynê Ûkraynayê tunene
    Rûsya ambargo danî ser Ûkraynayê
    Serokê El Nûsrayê li Ûkraynayê hat girtin
    Amerîka wê leşkerên artêşa Ûkraynayê perwerde bike
    Etîketan:
    Artêşa Amerîkayê, Eduard Basurîn, Donetsk, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de