02:03 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Êrişa Parîsê

    Li Parîsê dengê çekan

    © AFP 2017/ LIONEL BONAVENTURE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Li bajarê Parîsa Fransayê denge çekan, kesekî bi kêr ku xwest bikeve baregeha polêsan hat kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Li bajarê Parîsa Fransay denge çekan, kesekî bi kêr ku xwest bikeve baregeha polêsan hat kuştin. Dozgerê Parîsê ragihand, li ser êrişker kaxezeke ku ala DAIŞê hebû hat dîtin.

    Li bajarê Parîsê li herêma 18mîn ya Goutte d'Ore yê kesekî ku xwest bi kêrê têkeve baregeha polêsan ji terefê hêzên ewlehiyê ve hat kuştin. Li gorî şahidên bûyerê li baregeha polêsan dengê teqîna du sê çekan hatiye.

    ​Ji aliyê din ve Wezareta Navxweyî ya Fransayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku êrişker pêşî tekbîr anî û dibe ku kembereke bi bombe jî li ser xwe pêça be.

    Bombeya ser êrişker sexte derket

    Li gorî daxuyaniya AFPê ku dispêre çavkaniyên polêsan kembera êrişker ku wekî bombeye xuya dikir û têl li ser bûn hê jî tê lêkolînkirin. Lê polêsê Fransa di daxuyaniya xwe de got, bombeya ser êrişker sexte derket.

    ​Her wiha Wezareta Navxweyî ya Fransayê jî bombeya ku wekî kemberê hatibû çêkirin sexte bûna wê piştrast kir.

    Bi heman mijarî:

    Fransa: ‘Serkeftina bejahiyê di destê YPG û Pêşmerge de ye’
    Fransa: ‘Kurdistan dewleta nû ya Rojhilata Navîn e'
    REQA - Balafirên Fransayê DAIŞ bombe kirin
    Kurdên li Fransayê çalakî li dar dixin
    Partiya rastgir ya Fransayê ji tûra duyem dest vala derket
    Etîketan:
    DAIŞ, Dewleta Fransa, Parîs, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de