09:03 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Nîjerya

    Cotyar û şivan bi hev ketin: 38 kuştî

    © AFP 2017/ PIUS UTOMI EKPEI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 54301

    Di nava cotyar û şivanan de li ser çêre û çandiniyê de şer derket, di encama şer de 38 kes hatin kuştin.

    Xaz
    © AFP 2017/ Florian Plaucheur
    Navenda Nûçeyan — Li eyaleta Nasarawa ya Nîjeryayê di nava cotyar û şivanan de ku her yeke ji eşîrekê bûn şer derket. Di encama şerê şivan û cotyaran de 38 kes hatin kuştin.

    Li gorî daxuyaniya Platforma Raporta Kêmnetewan ku pevçûnên eyaleta Nasarawa dişopîne, şivanê ji eşîra Fulanî bi ser cotyarên êşîra Afo û Udeni Magajî de girtin û 38 kes ji wan kuştin û gelek kesên ku li gundên Amaku, Agbashi û Odeni jî diman ji ber pevçûnan ji cih û warê xwe derketin û malên xwe terikandin.

    Yek ji eşîreta Udeni Genyi Audu ragihand ku di êrişan de 6 kes jî birîndar bûn û hemû malên me şewitandin. Piştî êrişê me warê xwe terikand û em çûne bajarê Lafiayê.

    Nîjerya - Teqîn
    © Foto: © AA/ Stringer
    Êdî em hew dikarin di malên xwe de bimînin

    Ji aliyê din ve yek ji eşîra Udenî ku mala xwe terikand Mairo Abuna destnîşan kir ku şivanên eşîra Fulanî êrişî eşîra Udenî kirin û ji ber vê êrişê êdî em hew dikarin di malên xwe de bimînin.

    Her wiha di 24ê Berfenbarê de li eyaletê Plateau şer derketibû û di encama şerî de ji 30 kesî zêdetir hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Li Nîjeryayê êrişa Boko Haramê: 50 kuştî 90 birîndar
    Li Nîjeryayê teqîn: Herî kêm 100 mirî
    FLAŞ İDIA - Li Nîjeryayê bi 100an şiî hatin kuştin
    Li Nîjeryayê qetlîam: 300 mirî
    Li Nîjeryayê êrişa komkujî: 32 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    Henyi Audu, Mairo Abuna, Nasarawa, Nîjerya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de