05:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Xwepêşandan û polês

    New York Times: 'Tirkiya dipirçiqîne; Amerîka û Ewropa bêşerm temaşe dike'

    © AFP 2017/ / ILYAS AKENGIN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 221 0 0

    Rojnameya naskirî ya Amerîkayê New York Times di sernivîsara xwe ya îro de sernava ‘Erdogan sînorekî din jî binpê kir’ bi kar anî û got ku êdî kesek hurmetê jê re nagire.

    Navenda Nûçeyan — Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan çendek berê gotibû ku Almanyaya Hîtler numûneyeke dewleta unîter e û pesna dewleta unîter dabû. Îro rojnameya amerîkî New York Times Erdogan rexne kir û got: 'Dîroka Erdogan tijî binpêkirina mafên mirovan, huqûq û azadiyan e.’

    ‘Amerîka û Ewropa: Temaşevanên bêşerm û bêheya’
    Rojnameyê betalkirina agirbesta bi PKKê re kire stûyê Tirkiyayê û got: ‘Erdogan beriya hilbijartinê biryareke bêperwa da û agirê şer gur kir. Artêşa Tirkiyayê bajarên kurdan topbaran kirin; lê Amerîka û Ewropayê bê şerm û heya êriş temaşe kirin. Ji destpêka sala 2015an vir de 3 hezar 300 mîlîtan û hejmareke nediyar a sivîlan hatin kuştin.’

    'Demirtaş bihane ye, armanc pirçiqandina kurdan e'

    Analîza rojnameyê bal kişande ser hevdîtinên di navbera Ocalan û hikûmeta tirk de û nakokiya gotinên rayedarên tirk wiha şîrove kir: ‘Heke Erdogan aştiyeke mayinde bixwesta dê bi HDPê re hevdîtin pêk bianiya. Lewre heta demeke nediyar hevdîtinên bi HDPê re betal kirin. Bi rastî bi ser HDPê re kurdan dipirçiqîne.’

    'Kurd aştîxwaz in; lê nexweşiya ‘kurdofobia’yê gihiştiye desthilatdariyê' 
    Rojname hem rêvebiriya Qendîlê hem jî rêvebiriya Enqereyê rexne dike û daxwazên kurdan ên ji bo xweseriyê normal dibîne; lêbelê tevgera desthilatdariyê wekî nexweşiya ‘kurdofobia’yê bi nav dike.

    'Êdî kesek hurmeta Erdogan nagire'
    Di nivîsê de Erdogan û mînaka Hîtler bi kûrahî tê analîzkirin û tê gotin ku êdî dûrî rêz û silava mirovan e.

    Bi heman mijarî:

    Keça Êzidî ji bo Xelata Aşitiya Nobelê hate hilbijartin
    Li Almanyayê komkujî, êriş û qedexe hatin protestokirin
    Netanyahû: Divê em nehêlin rêvebiriya Filistînê hilweşe
    Kurdistanê biryareke serbixwe da: ‘Em ê petrola xwe...'
    ‘Li hemberî Lozaneke duyem kongreya netewî şert e'
    Li Stenbolê êrişa polêsan: Birîndar hene
    Etîketan:
    kurdofobia, pirçiqandina kurdan, temaşevanên bêşerm û bêheya, betalkirina agirbesta bi PKKê, binpêkirina mafên mirovan, huqûq û azadiyan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de