23:47 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Beşar Esad

    Amerîka, Esad hetanî 2017an desthilat dihêle

    © REUTERS/ SANA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 801

    Di wesîqeya stratejîk ya Amerîkayê ku ji bo Sûriyeyê amade kiriye de, hatiye plankirin ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esad hetanî 2017an wê li ser qoltuxê xwe bimîne.

    Navenda Nûçeyan — Di wesîqeya stratejîk ya Amerîkayê ku ji bo Sûriyeyê amade kiriye de, hatiye plankirin ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esad hetanî 2017an wê li ser qoltuxê xwe bimîne.

    Li gorî nûçeya ajansa APyê ku dispêrê ku dispêrê rêvebirên Washîngtonê, Amerîka plan kiriye ku Beşar Esad û rayedarên nêzîkî wî hetanî Adara 2017an li ser wezîfê bihêle.

    Di nûçeyê de tê gotin ku, Amerîkayê ev plana piştî civîna Viyanayê ya ji bo Sûriyeyê ku Rûsya jî tevlî bibû hat amadekirin. Di hevdîtinên navneteweyî yên Viyanayê de hatibû pêşbînîkirin ku di nava 6 mehan de hikumeta Sûriyeyê û mixalif rûnên masê, di nava 6 mehan de avakirina hikumeteke demkî û di Tebaxa 2017an de jî pêkanîna hilbijartinan hebû. Li gorî plana nû ya Amerîkayê Esad dê wezîfeya xwe bidomîne.

    Dibe ku Qeter, Siûdî û Tirkiye vê wekî îxanetê bibinin

    Di nûçeya APyê de, Îran û Rûsya qebûlnakin ku 6 meha berî hilbijartina Beşar Esad dev ji wezîfê berde. Mitefiqên Amerîkayê yên wekî Qeter, Erebîstana Siûdî û Tirkiye dibe ku vê planê wekî îxanet jî binirxînin.

    Bi heman mijarî:

    Li gorî Pentagonê, Amerîka ji bo Rûsyayê ne tehdîd e, lê Rûsya tehdîd e
    ‘Amerîkayê li Rojhilata Navîn rola xwe ji dest xist, Rûsya di wextê xwe de derkete sahnê'
    Sererkanê Amerîkayê Dunford tê Enqereyê
    Ûkrayna: Qanûnên me destûra avakirina baregeha leşkerî ya Amerîkayê nade
    2016- AMERÎKA: "Tirkiya dê êrişî Rojava bike!"
    Etîketan:
    Dewleta Amerîkayê, Serokatiya Dewleta Sûriyeyê, Beşar Esad, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de