09:06 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Jean-Yves Le Drian

    Fransa: ‘Serkeftina bejahiyê di destê YPG û Pêşmerge de ye’

    © Foto: FB
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 95110

    Malpera fermî ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê axaftineke civîna çapemeniyê ya Wezîr John Kerry û hevşanê wî yê fransî Jean-Yves Le Drian deşîfre kir û weşand. Wezîrê fransî pesna hêz û qehremaniya YPG û Pêşmerge kir.

    Navenda Nûçeyan —  Wezîrê Parastinê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di civîna çapemeniyê ya digel hevşanê xwe yê amerîkî John Kerry de wiha got: 'Hêzên kurdî yên bejahiyê (YPG) li herêmê gelekî çalak û hêzdar in; ji aliyê taktîkî ve divê em alîkariyê bidin wan. Bombarankirina Reqayê wê hêza DAIŞê bişkîne û destê hêzên kurdî jî xurt bike. Wisa xuya dike ku serkeftina li wê deverê di destê hêzên kurdî de ye. Herwiha li Kurdistanê jî hêzên kurdî dikarin pêşveçûna DAIŞ rawestînin.’

    Li gorî nûçeyeke Rûdawê ya ku zanyariyên xwe spartine medyaya fransî, Le Drian di hevdîtinên digel rayedarên tirk de pesnê hêzên Pêşmerge û YPGê daye û ragihandiye ku hêzên kurdî karîne DAIŞê bişkênin.

    Li gorî nûçeyê di hevdîtinan de behsa mêrxasiya hêzên kurdî yên li Sûriyayê (YPG) û li Kurdistanê (Pêşmerge) kiriye û gotiye: ‘Ji ber şiyan û mêrxasiya hêzên kurdî, DAIŞê beşeke mezin a deverên zeftkirî ji dest daye.’

    Wezîrê Fransî her wiha aniye ziman ku tekane riya ku DAIŞ tê re terorîstên biyanî derbasî Sûriyayê dike deriyê Cerablusê ye.

    Bi heman mijarî:

    Înîsiyatîfa Ciwanên Apoyî: ‘Li Stenbolê 2 polês hatin kuştin'
    KCD: Hûnê nikaribin bi qetilkirinê re me ji rêya me vegerînin
    Li Amadê mamosteyeke jin ji serê xwe hat xistin
    DBP: Her sê jin bi îşkenceyê hatin qetilkirin
    Ji Behreynê îdiaya Îranê
    Etîketan:
    terorîstên biyanî, hêzên kurdî yên bejahiyê, Wezareta Parastinê ya Fransayê, Jean-Yves Le Drian, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de