09:04 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Cem Ozdemir

    Serokê Partiya Keskan: Sîstema ku Erdogan dixwaze em jê re dibêjin dîktatorî

    © AP Photo/ dpa, Maurizio Gambarini
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Hevserokê Partiya Keskan ya Alman Cem Ozdemir desnîşan kir sîstema serokatî ya ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan diparêze tê wateya dîktatorî yê.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, Ozdemîr di axaftina xwe de got, di modela Amerîkayê de li hemberî Barak Obama meclîseke serbixwe heye, Obama her qanûna ku bixwaze nikare ji meclîsê derbas bike. Li gorî dîtina min Erdogan dibêje ez heme tu kes tuneye, em ji vê sîstemê re dibêjin dîktatorî.

    Ne şer û ne jî xendek pirsgirêka kurd çareser nake

    Hevserokê Partiya Keskan di berdewamiya axaftina xwe de got, li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê kuştin û koçber kirina sivîlan dê bibe sedema veqetandinê. Ev pirsgirêk ne bi şer û ne jî bi xendekan çareser nabe. Dewlet bi tu sedeman nikare vê bîne sere welatiyên xwe.

    Em şaş dibin gelo ev Tirkiye an Sûriye?

    Ozdemîr di dirêjiya axaftina xwe de got, ez bi xwe bûme şahide bûyerên Cizîrê, em şaş dibin gelo ev der Tirkiye an Sûriye? Li Sûr, Cizîr û cihên din gelek sivîl hatin kuştin û bi hezaran jî cih û warên xwe terikandin. Ev ne zarokên jinbavê ne ev welatiyên Tirkiyeyê ne. Sedema wê çi dibe bila bibe dewlet nikare vî tiştî bîne sere welatiyên xwe.

    Bi heman mijarî:

    Parlementerê HDPê: ‘Rewşa Cizîr û Sîlopiyê ji Kobanê xirabtir e'
    TAYBET - Parlementerê HDPê: Dewletê 20 rojan de 29 kes kuşt!
    Hevseroka HDPê ya Mûşê hate girtin
    Polêsan bi çekan li Parlementerê HDPê mudaxele kirin
    HDP: Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn, Sûr, Kerboran, bûne navenden kuştinan.. 126...
    Etîketan:
    Partiya Keskan a Almanyayê (Grunen), Barak Obama, Recep Tayyip Erdogan, Cem Ozdemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de