17:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Keştî

    Di keştiyekê de bi tonan tiryak hat girtin

    © Foto: AA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê li bakurê rojhilatê Keştîgeha Tobruka bajarê Libyayê di ava navneteweyî de ji hewayê operasyon birin ser keştiyeke Bolîvyayê ya ku têde tiryak hebû.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ku ji Wezareta Navxweyî hatin standin, Serokatiya Daîreya Têkoşîna Dijî Hişbirê ya Midûriyeta Ewlekariya Giştî li gorî îstixbaratekê di keştiyeke Bolîvyayê ya di ava navneteweyî de ew ê qaçaxçîtiya hişbirê bê kirin, li ser vê bi Fermandariya Ewlekariya Peravê ra kete têkiliyê.

    Fermandariya Ewlekariya Peravê bi keştîk û helîkopterekê ve di 3yê rêbendanê da ciyê keştiyê tesbît kir û hilda teqîbatê.

    Li gorî madeya Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Li Hember Qaçaxçitiya Madeyên Psîkotrop û Hişbir, Wezareta Karên Navxweyî destûr da û hikûmeta Bolîvyayê jî hevkarî kir ku operasyon bê kirin. Piştî ku Wezareta Karên Derve jî destûr da hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê agahî dan tîmên Fermandariya Hêzên Qeraxê ku operasyon bê kirin.

    Tîmên Fermandariya Hêzên Qeraxê duhî li bakurê rojhilatê bendera Tobrukê ya Libyayê operasyon birin li ser keştiya Bolîvyayê.

    Di operasyonê de ewil 13 ton esrara toz hat bidestxistin. Hat ragihandin ku di keştiyê de lêgerîn dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Tirkiye bûye rêgeha tiryaka hişbir
    Jinên kurd di bin xetereya esrar û afyonê de dipirçiqin
    Îran: 3 hezar û 750 leşkerên me ji ber madeyên hişber hatine kuştin
    Etîketan:
    Fermandariya Ewlekariya Peravê, Tîmên Fermandariya Hêzên Qeraxê, Bolîvya, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de