08:38 21 Sibat 2018
Zindî
    Kim Jong-un

    Koreya Bakur, bombeya hidrojen a atomî ceriband

    © REUTERS/ / KCNA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Rêveberiya Koreya Bakur ragihand ku wan bi awayekî serkeftî bombeya hidrojen a atomî ceribandine.

    Navenda Nûçeyan — Koreya Bakurî da zanîn, ku wan bi awayekî serketî bombeyeke biçûk a hidrojen ya atomî ceribandine. Ev bûyera ku ji aliyê televîzyona dewletê ve hat ragihandin piştî nûçeya li ser erdheja bi dijwariya 5.1 a li herêmê, hat weşandin.

    ​Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê ragihand ku li cihekî 49 kîlmetre li bakurê paytexta Korya Bakurî Pyongyangê, erd hejiya ye. Piştî demeke kurt hikûmetên Koreya Başûrî û Japonyayê da xuyakirin, ku pêkane testa bombeyeke atomî rê li ber hejandina li nêzî qada nukleerî ya Pûnggze-rî vekiriye.

    ​Rêveberiya Koreya Bakurî beriya niha sê caran di salên 2006, 2009 û 2013an de li Pûnggze-rî ceribandina nukleerî kiribû.

    Bi heman mijarî:

    FLAŞ - Koreya Bakurî: 'Bombeya hîdrojenê ji bo teqandinê amade ye'
    Koreya Başûr dixwaze ku bi Rûsyayê re hevkariyê bike
    Koreya Bakûr dixwaze Hindistanê bişopîne, lê ne Îranê
    Etîketan:
    Pyongyangê, Koreya Bakûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de