11:04 20 Tebax 2017
Zindî
    CDK-F - Kurdên li Fransayê

    Kurdên li Swisreyê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin

    © Foto: Yeni Ozgur Polîtîka
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 720 0 0

    Gelê kurdistanî îro li 5 bajarên Swisreyê li dijî polîtîkayên dewleta tirk û êrişên li ser bajarên kurda çalakî li dar xistin.

    ST. GALLEN

    Li bajarê St.Gallen ê Swîsreyê gelek kes hatin gel hev, avahiya rojnameya Tagblatt bi wêneyên Rêberê PKKê Abdulah Ocalan û alên PKKê ve hat xemilandin û hat dagirkirin.
    Girseyê daxwazên xwe ji rêveberên li navenda avahiya rojanameyê re gotin, piştî soza rêveberan a derbarê wê mijarê bigrin dest û şûn de çalakiya xwe bi dirûşmeyan bi dawî kirin.

    BASEL

    Koma li Baselê hat cem hev, Parlamentoya Kantona Baselê dagir kir, diyar kir ku divê li hemberî kuştinên dewleta tirk ên li ser ên li ser bajarên kurda, Ewropa vê bêdengiya xwe bişkîne.
    Koma demekê li hundirê parlamentoyê çalakiya rûniştinê li dar xist, xwest bi rayedaran re hevdîtin pêk bînin. Çalakvanan piştî bi rayedaran li ser navê parlamentoyê re hevdîtin pêk anîn, dosyayek bûyerên li bajarên kurdan û daxwazên wan radigihîne radestî rayedaran kirin û dawî li çalakiya xwe anîn. Her wiha rayedarên bi çalakvanan re axivîn diyar kirin ku wê mijarê bixin rojeva meclîsê.

    BERN

    Koma li Bernê hatin cem hev jî rojnameya Bern û televîzyon dagir kirin. Li vir jî pîştî hevdîtina çalakvan û rayedaran çalakiya dagirkirinê hat bidawîkirin, dosyayek derbarê bûyerên li bajarên kurda de radestî rayedaran hat kirin
    Rayedaran destnîşan kirin ku wê li ser mijarê rawestin, di rojên pêş de ji bo nûçegihanan bişînin Kurdistanê jî soz dan.

    CENEVRE

    Koma li Cenevre hatin cem hev jî Balafirgeha Cenevre dagir kirin. Polêsên bersiva tund da hewldana dagirkirinê, hin çalakvan binçav kirin. Komek çalakvan li dijî pêkanîna binçavkirinê bertek nîşan da, diyar dikin ku heta hevalên wan ên hatine binçavkirin neyên berdan wê dawî li çalakiya xwe nînin.

    ZURIH

    Koma li Zurîhê hatin cem hev jî buroya navendî ya Ajansa Nûçeyan a Reutersê a li Zurihê dagir kirin, êrişên dewleta tirk ên li ser bajarê kurdan protesto kirin. Di çalakiya dagirkirinê de bêdengbûna çapemeniya Ewropa ya li dijî bûyerên Kurdistanê hat rexnekirin, daxwaz hat kirin ku rayedar bikevin nav liv û tevgerê.

    Bi heman mijarî:

    Hevşaredarê Kopê hate binçavkirin
    Li Sûrê şer: Cerdevanek hate kuştin
    Ahmet Turk: ‘Di nav partiya me de nêrînên dijber tune ye'
    Demirtaş: AKP wê berdêleke giran bide
    Bîlançoya kuştinên li bajarên kurda: 7 kes hatin kuştin!
    Etîketan:
    st. Gallen, basel, Bern, Swistre, Cenevre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de