09:02 17 Tebax 2017
Zindî
    Zanîngeha Cambridge

    Zanîngeha Cambridge a Brîtanyayê ansîklopediya Kurdistanê weşand

    © Wikipedia
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 124202

    Zanîngeha Cambridge a Brîtanyayê ansîklopediyeke li ser Kurdistanê ya 13 cildî weşand û naveroka wê bi gelek belgeyên nadir ên derbarê serhildan, şer, sînor û neteweperweriya kurd û Kurdistanê xurt kir.

    Navenda Nûçeyan — Zanîngeha Cambridge ya Brîtanyayê ragihand ku meha Mijdarê ya 2015an ansîklopediyeke 13 cildî ya bi edîtoriya Anita Burdett û di bin navê ‘Di Nav Belgeyên Brîtanî de Zanyariyên Tomarkirî yên Derbarê Kurdan de: Sînor, Serhildan û Neteweperwerî, 1831-1979 / Records of the Kurds: Territory, Revolt and Nationalism, 1831–1979; British Documentary Sources’ de weşand ku bihayê wê 5400 Poundê Brîtanî ye û hinek belgeyên wê heta niha li tu derê nehatine belavkirin.

    ‘Di Nav Belgeyên Brîtanî de Zanyariyên Tomarkirî yên Derbarê Kurdan de: Sînor, Serhildan û Neteweperwerî, 1831-1979  - Zanîngeha Cambridge
    ‘Di Nav Belgeyên Brîtanî de Zanyariyên Tomarkirî yên Derbarê Kurdan de: Sînor, Serhildan û Neteweperwerî, 1831-1979 - Zanîngeha Cambridge

    Malpera fermî ya Zanîngeha Cambridge daxuyand ku ji sala 1831an heta sala 1979an bûyerên dîrokî bi awayekî kronolojîk hatine amadekirin û ansîklopedî ji 9 hezar rûpelan pêk tê.

    Belgeyên ansîklopediyê nîşan didin ku gelê kurd di destpêka sedsala 19an de li dijî desthilatdariyên herêmî û navendî serhildan pêk anîne, di qonaxên dîrokî yên cuda de çawa peywendî bi gel û pêkhateyên cîran girêdane.

    Ev belge li ser reh û rîşeyên hestên neteweyî yên kurdan jî disekine û destpêka neteweperweriya kurdan wekî sedsala 19an diyar dike ku piştî Şerê Cîhanî yê Yekem ev hest vedigerin tevgerên siyasî, leşkerî û civakî.

    Hêjayî gotinê ye ku ev belgename û ansîklopediya bi ingilîzî bi formata PDF jî peyda dibe.

    Bi heman mijarî:

    Li Geverê li dijî wesayîta polêsan êrişa bombeyî
    Bi dehan kes hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin
    Bajarê ku di bin qontrola DAIŞê de bû êdî wêran bûye
    Polêsan bi ser avahiya DBPê ya Amedê de girtin
    Kerkûkî: 'Divê Iraq bibe sê dewletên serbixwe'
    Etîketan:
    gel û pêkhateyên cîran, ansîklopediya bûyerên Kurdistanê, tevgerên siyasî, leşkerî û civakî, Şerê Cîhanî yê Yekem, neteweperweriya kurdan, desthilatdariyên herêmî û navendî, bûyerên dîrokî, reh û rîşeyên hestên neteweyî yên kurdan, Zanîngeha Cambrige ya Brîtanyayê, Anita Burdett, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de