08:04 24 Tebax 2017
Zindî
    Pentagon

    Li gorî Pentagonê, Amerîka ji bo Rûsyayê ne tehdîd e, lê Rûsya tehdîd e

    © Foto: AA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 902

    Berpirsên Pentagonê Washîngtonê ji bo Moskovayê tehdîd nabînin, lê Rûsya ji bo Amerîkayê tehdîd dibînin.

    Navenda Nûçeyan - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn 1ê Rêbendanê de stratejiya ewlehî ya neteweyî ku firehbûna Amerîka û NATOyê wekî tehdîd dibîne îmze kiribû.

    Nûnerê Pentagonê Jeff Davîs di civîna rojnamevanî rastî pirsa ‘hûn stratejiya Rûsya ya ewlehî çawa dibînin' hat û ragihand ku tu sedem tuneye rêvebiriya Rûsyayê me wekî tehdîd bibine. Em ne li pey pevçûna Rûsyayê ne. Hinek niqteyên ku em ji hev cuda hene raste, lê Amerîka ji bo Rûsyayê ne tehdîde.

    Rûsya ji bo tehdîda herî mezin e

    Ji aliyê din ve Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford sala borî Rûsya ji bo Amerîkayê tehdîda herî mezin dîtibû û ev nirxandin nehat serastkirin. Dunford çend roj berê jî di axaftineke xwe de gotibû helwest û îmkanên atomî yên rûsan ji bo Amerîka û mitefiqên wî xeter e.

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîkayê li Rojhilata Navîn rola xwe ji dest xist, Rûsya di wextê xwe de derkete sahnê'
    Rûsya: Amerîka bi ziman tekoşîna DAIŞê dike
    Rûsya û Amerîka li ser lîsteya terorîstan li hev kir
    Bush: Her diçe Rûsya bi hêz dibe û Amerîka jî winda dike
    Zaxarova: 'Qabiliyeta Rûsya û Amerîkayê ya lihevkirinê heye'
    Etîketan:
    Pentagon, Serokatiya Dewleta Rûsyayê, Rêxistina Hevpeymaniya Atlantîka Bakurî (NATO), Jeff Davîs, Joseph F. Dunford, Vladimîr Pûtîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de