02:11 21 Tebax 2017
Zindî
    Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Fermandarê Eniya Başûrê Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî

    Kerkûkî: 'Divê Iraq bibe sê dewletên serbixwe'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2711

    Di hevpeyvîneke de ligel kovara The National Interest de Kemal Kerkûkî êrîşên DAIŞê yên li ser rojavayê Kerkûkê nirxand.

    Navenda Nûçeyan — Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Fermandarê Eniya Başûrê Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî di hevpeyvîna xwe de sînorên li ser kurdan ferzkirî rexne kir û got: 'Di encama Peymana Sykes-Picot de kurd rastî komkujiyan hatin; 182 hezar kes bi destê Sedam Hisên hatin kuştin, saxî saxî hatin çalkirin; herwiha 4500 gund hatin wêranekirin.'

    Li ser rewşa niha ya Iraqê jî Kerkûkî wiha dibêje: ‘Niha Iraq di warê pêkhateya civakî de parçe bûye. Baştirîn çareserî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê wekî sê welatên serbixwe parçebûna Iraqê ye. Jixwe heke Iraq wekî welatekî yekpare bimîne her aliyek dê êrîşî aliyê din bike. Lewre divê Iraq bibe sê welat (Kurdistan, Sunnistan û Şîistan). Welatek ji bo kurdan be û du welatên serbixwe jî bigihêjin erebên sunî û şiî.’

    Bi heman mijarî:

    Bîlançoya kuştinên li bajarên kurda: 7 kes hatin kuştin!
    Rûsya: ‘Îhtîmaleke mezin DAIŞ çekên kîmyewî bi kar tîne
    Moşekên S-400 dê Moskovayê biparêzin
    Nûçegîhanê rojnameya Tîmesê: ‘Navçeya Sûrê herêma şer e'
    Etîketan:
    Peymana Sykes-Picot, sînorên li ser kurdan ferzkirî, kovara The National Interest, Eniya Başûrê Rojavayê Kerkûkê, Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Kemal Kerkûkî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de