01:34 20 Tebax 2017
Zindî
    Parlamentoya Ewropayê

    Parlamentoya Ewropayê: 'Kurdistanê nirxên mirovahiyê û pêkvejiyanê parastin'

    © Wikipedia
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Pêr roja yekşemê (03.01.2016) Cîgirê Serokê Parlamentoya Ewropayê Ryszard Czarnecki li Selahedînê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya û pesna rola Kurdistanê ya di parastina nirxên mirovahiyê de da.

    Hewlêr — Cîgirê Serokê Parlamentoya Ewropayê Ryszard Czarnecki di civînê de xweşhaliya xwe bi hevdîtina ligel Serok Barzanî re anî ziman û diyar kir ku bi vê boneyê ji nêzîk ve rewşa siyasî ya Kurdistanê hîn bûye.

    Derbarê pêşketinên Kurdistanê yên bîst salên derbasbûyî de jî Czarnecki pesna Serok Barzanî û gelê Kurdistanê da û ragihand ku bêyî Kurdistanê çareseriya aştiyane li Rojhilata Navîn pêk nayê.

    Rayedarê ewropî daxuyand ku pêwist e Ewropa û cîhan rastiyan bibîne û rola Kurdistanê ya di aramî û aştiya li herêmê de baş binirxîne.

    Mesûd Barzanî û Ryszard Czarnecki
    Mesûd Barzanî û Ryszard Czarnecki

    Cîgirê Serokê Parlamentoya Ewropayê pesna çanda pêkvejiyana yê gelê Kurdistanê da û destxweşî li Serok Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku hem şerê li dijî DAIŞê dike hem jî pêkhateyên ayînî yên Kurdistanê diparêze; bi vî awayî nirxên mirovahiyê û pêkvejiyanê ji têkçûnê rizgar dike.

    ​Czarnecki herwiha diyar kir ku divê alîkariyên leşkerî û mirovîn rasterast bigihêjin Kurdistanê.

    Bi heman mijarî:

    Sûdan: 'Em dikarin çandiniya Kurdistanê bi pêş bixin'
    Li Derya Egeyê keştiya koçberan binav bû: 10 mirî
    Pûtîn: Xazê bişînin Ûkraynayê
    Heysem Menna: Ji sedî 16ê axa Sûriyeyê di destê HSDê de ye
    Komeleya Kurd: Îran rojane 7 kesan îdam dike
    Polêsan li bajarê Şirnexê 2 welatî kuştin
    Etîketan:
    alîkariyên leşkerî û mirovîn, nirxên mirovahiyê û pêkvejiyanê, pêkhateyên ayînî yên Kurdistanê, çanda pêkvejiyana yê gelê Kurdistanê, rewşa siyasî ya Kurdistanê, Parlamentoya Ewropayê, Ryszard Czarnecki, Yekîtiya Ewropayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de