10:26 19 Tebax 2017
Zindî
    Îdam, Îran

    Komeleya Kurd: Îran rojane 7 kesan îdam dike

    © Foto: Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3201

    Serokê Komeleya Kurd li welatê Swêdê Hisên Xelîqî ragehand ku, li gorî amareyan Îran, rojane 7 kesan îdam dike.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Komeleya Kurdî li welatê Swêdê Hisên Xelîqî ji Dengê Amerîka re ragehand ku Îran li dijî îdam kirina xelkên şie mezhebin, lêbelê Îran rojane 7 kesan îdam dike, beşek ji wan kesan jî kurd in.

    Xelîqî di axaftina xwe de got,heger em li tomareyên reş ên Îranê binerin, beramberî tiştê ku Erebistana Siûdiyê kiriye yek ji hezarî ye.

    Serokê komeleya Kurd li Swêdê amaje bi wê yekê kir ku, tiştê ku Îran û Siûdiyê dikin şerê taifî ye û got, ne Erebistana Siûdiyê ya rast dike û ne Komara Îranê jî ya rast dike, herdu alî ola islamê li gorî berjewendiyên xwe bikartînin.

    Piştî îdam kirina Nimir Baqir Nimir û 46 kesên din, pêwendiyên dîplomasî di navbera Komara Îslamiya Îranê û Erebistana Siûdiyê gihîştin astek pir xirab. Her wiha vê bûyerê karvedanên cuda di navbera welatê sune û şie nîşîn de encam daye.

    Bi heman mijarî:

    Erebistana Siûdî li dijî Îranê biryarên nû stand
    Bahreynê jî pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ji Îranê qut kirin
    Rûsya: Em amade ne navbeynkariya Îran û Siûdî bikin
    Erebistana Siûdî balyozê Îranê qewirand
    Îraniyan Balyozxaneya Siûdî şewitandin
    Etîketan:
    Dewleta Îranê, Komeleya Kurdî a Swêdê, Swêd, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de