06:34 19 Tebax 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî û François Hollande

    Fransa: ‘Kurdistan dewleta nû ya Rojhilata Navîn e'

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 210320

    Ajansa Nûçeyan a Les Dessous ya Fransî raportek bi navnîşanê ‘Kurdistan dewleta nû ya Rojhilata Navîn' amade kiriye.

    Navenda Nûçeyan — Di raportê de tê gotin ku ‘ger em bere xwe bidinê dibinin li Kurdistanê parlamento û hikûmeteke kurdî heye, urd ne bi zimanê erebî û ne jî tirkî û farisî diaxifin, lê zimanê wan bi xwe heye ku ew jî zimanê kurdî ye.'

    Li gorî raportê, 18 milyon kurd li Bakurê Kurdistanê, 7 milyon li Başûr, 8 milyon li Rojhilat û 2 milyon kurd jî li Rojava dijîn. Raport balê dikşîne ser wê yekê ku ji ber parçebûna welatê wan piraniya kurdan koçberî welatên Rojava bûne û herî zêde jî li Almanya bicîh bûne ku hejmara wan digihe 650 hezar kurd, her wiha li welatên din ên Ewropa û Amerîkayê jî dijîn.

    Piştî ku Kurdistan bi Rêkeftina Sykes-Picot a di navbera Fransa û Brîtanyê de hat parçekirin, di sala 1920an de Brîtanyayê wilayeta Mûsilê bi tevahî ji Kurdistanê cuda kir. Sala 1991ê li Bakurê Iraqê ku niha Herêma Kurdistanê ye kurd lê dijî serokê wê deme yê Iraqê Sedam Husên serî hildan.

    Ala Fransayê
    © Sputnik/ Vitalei Ankov
    Serhildana milyonek û 400 hezar kesî deng veda ji ber kurd xwediyê îradeyeke bihêz bûn, loma George Bush ê bav ku wê demê Serokê Amerîkayê bû, xeta 36 ya dijî firînê li ser Iraqê ferz kir û beşek ji Kurdistanê ket bin kontrola kurdan.Iraqê dest bi milmilaneya Kurdistanê kir daku nehêle pêş bikeve. Loma Pêşmerge wek hêz li Iraqê qebûl nekir.

    Di beşekî din ê raportê de tê gotin, Ji xeynî ku Kurdistan malbendeke girîng a çavkaniyên xwezayî ye li deverê, pêgeha Kurdistanê jî li wê deverê girîng e. Loma divê bê gotin ku yên Kurdistan parçe kirin, niha li çi difikirin ku di zanin li navçeyê baştirîn hevpeyman bo Rojava kurd in hem di warê hêzê û hem jî pêgeha cografî û çavkaniyên xwezayî de, lewra em dikarin bibêjin ku Kurd di nexşeya dahatû ya Rojhilata Navîn de dewlet in.

    Bi heman mijarî:

    REQA - Balafirên Fransayê DAIŞ bombe kirin
    Kurdên li Fransayê çalakî li dar dixin
    Partiya rastgir ya Fransayê ji tûra duyem dest vala derket
    Yekîtiya Baroyên Fransayê: ‘Ji ber qetilkirina Elçî em bi hêrs in'
    Li Fransayê gelek kes rehîn hatine girtin
    Etîketan:
    Les Dessous, Fransa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de