14:41 26 Gulan 2018
Balafirên Rûsyayê

‘Amerîkayê li Rojhilata Navîn rola xwe ji dest xist, Rûsya di wextê xwe de derkete sahnê'

© Sputnik / Pavel Gerasimov
Cîhan
Lînkê kurt
0 21

Huseyîn Îbiş ku li Washingtonê di Enstîtuya Welatên Ereb de dixebite di makaleya xwe de got: ‘Amerîka di 2015an de li Rojhilata Navîn rola xwe ya garantoriya pergala siyasî ji dest xist û Rûsya kete dewsa wî.'

Navenda Nûçeyan —  Îbiş di makaleya xwe yê di The Nationalê de hat weşandin de got: ‘Sala borî li Rojhilata Navîn bû sala diyarbûna biryarên hêzên mezin ku li hemberî hev in.' Her wiha ragihand ku sala borî de Amerîka li Rojhilata Navîn rola xwe ya garantoriya pergala siyasî ji dest xistiye û îhtimaleke mezin êdî nikare vê ya paş de bikşîne jî.

'Pûtîn kûrahiya avê bi baldarî diceriband'

Îbiş got: ‘Dibe ku mudaxaleya Rûsyayê ji nişkeva rû da be lê Vladîmîr Pûtîn di nav çend salên borî de biryarên Amerîkayê bipîva û li Ûkrayna û cihên din kûrahiya avê diceriband.'

Îbiş herwiha ragihand ku Rûsya bandora Îran, Hîzbûllah û şiiyan ku li herêmê zêde dibe bi baldarî dişopîne.'

Îbiş diyar kir ku Amerîka hêza Rûsyayê ya aborî û leşkeriyê zêdetir piçûk dibîne û wiha got: ‘Lêbelê armanca Rûsyayê ew e ku encamê li gorî xwe pêk bîne. Dixuyê ku tu xwestekekî Amerikayê yê bi vî rengî nîne.'

Bi heman mijarî:

TAYBET - Serokwezîrê Cizîrê: Dijminê me û Rûsyayê yek e
Rûsya: Em amade ne navbeynkariya Îran û Siûdî bikin
Rûsya, artêşa xwe gelekî bi hêz kir
Rûsya, di hilberîna petrolê de rekor şikand
Hackerên tirk, êrişî Wêzîrê Ragihandinê yê Rûsyayê kirin
Senatorê Rûsyayê: ‘Heyraniya Erdogan a ji bo Hîtler eşkere bû’
Gelê Rûsyayê ji bo pîrozkirina sala nû daketin kolanan
Rûsyayê bertek nîşanî Erdogan da
Etîketan:
Enstîtuya Welatên Ereb, Huseyîn Îbiş, Rojhilata Navin, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de