21:54 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Mesrûr  Barzanî

    The Washington Post: 'Kurdan sînorên xwe berfirehtir kiriye û li çarenivîsa xwe digerin'

    © Foto: BasNews
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3610

    Li gorî nûçeya malpera fermî ya PDKê (kdp.info) ya ku zanyariyên spartine rojnameyeke amerîkî, Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke ligel Washington Post de gotiye ku hewldana parastina Iraqeke yekparçe û yekgirtî, hewldaneke neserkeftî ye.

    Hewlêr — Şêwirmendê Dezgehê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna xwe de bal kişande ser rêzgirtina ji bo îradeya gel û got:  ‘Pêdiviya rewşê bi biryareke wêrek heye. herwiha divê rastiya xelkê li ber çav were girtin, rê bê dayîn ku xelk çi dixwaze wê hilbijêre.’

    Derbarê rewşa niha ya Iraqê de jî Mesrûr Barzanî wiha axivî: ‘Iraq parçe parçe bûye. Baweriya erebên sunî bi Iraqeke yekgirtî ya wisan heye ku ew bi xwe desthilatdar bin. Erebên şiî jî bi heman awayî difikirin. Lewre pênaseyeke hevbeş a ji bo Iraqeke yekgirtî nîn e.’

    Rojnameya Washington Postê di raporekê de behsa guhertina sînorên Rojhilata Navîn dike û di vê bareyê de wiha hatiye dibêje: ‘Vî şerî xetên sînorî yên Rojavayê û Herêma Kurdistanê berfirehtir kirine. Li bakurê Iraq û Sûriyayê kurd bi destnîşankirina sînorên Kurdistana mezin ve mijûl in.’

    Washington Postê bal kişandiye ser axaftineke sala borî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku gotibû: ‘Kurd ne amade ne wan navçeyên ku ji destê DAIŞê rizgar kirine radestî aliyekî din bikin.’ Di beşeke din a raporê de jî wiha tê gotin: ‘Piştî pêşketinên vê dawiyê yên Hêzên Pêşmerge, axaftinên li ser encamdana referandûmekê ketiye rojevê û kurd dixwazin çarenivîsa xwe diyar bikin.’

    Bi heman mijarî:

    GIRTÎGEHA EVÎNÊ - Girtiyê kurd rastî lînçkirina hêzên ewlehiya Îranê hat
    46 cerdevan: ‘Em êdî li hember gelê xwe şer nakin'
    Aydar: Plana Şark Islahatê dewam dike
    Li Sûrê şer: Çawîşekî pispor hate kuştin
    El Qaîde, bi îdiaya zînayê jinek ricm kir
    URMIYE - Du girtiyên siyasî yên kurd avêtin hucreyên takekesî
    Etîketan:
    guhertina sînorên Rojhilata Navîn, encamdana referandûmê, rêzgirtin ji bo îradeya gel, Dezgehê Asayişa Herêma Kurdistanê, Hêzên Pêşmerge, Mesrûr Barzanî, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de