23:38 23 Gulan 2018
    Zübeyir Aydar

    Aydar: Plana Şark Islahatê dewam dike

    © Foto : DHA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Komîteya Rêveber a KNKê Zubeyîr Aydar li semînerek li Osloyê axivî û diyar kir ku AKP hewl dide Plana Şark Islahatê ku di sala 1925an de ji hêla dewleta tirk ve hat pêkanîn, di roja îro de bixe meriyetê.

    Norveç - Endamê Komîteya Rêveber a KNKê Zubeyîr Aydar li Osloyê beşdarî semînera Komeleya Çanda Kurdistanê bû.

    Ajansa Nûçeyan a Firatê rahgihand ku di semîrêde tevî nûnerên YNK, PYD, Goran gelek kurdistanî amade bûn.

    Zubeyîr Aydar di semînerê de axivî û got: ‘Hin radibin dibêjin, eger PKK neketibûya nava pêvajoya şer wê nebaş bûya? Dîsa dibêjin, eger PKKê bersiv nedabûya êrîşên AKP'ê wê rewşa îro rû nedabûya. Ev nêzîkatiyeke şaş e. Ya ku îro AKP dike, dewama zîhniyetekê ye. Çawa ku di sala 1925an de Plana Şark Islahat a ji bo tinekirina kurd û Kurdistanê xistin dewrê, îro jî AKP vê didomîne.'

    Aydar bibîr xist ku yek ji rêveberê plana Şark Islahat Wezîrê Edaletê yê wê demê Mahmût Esad Bozkûrt gotibû ‘Her kesê ne tirk, kole û xizmetkarê tirkan e' û da zanîn ku di roja îro de jî tîmên taybet ên hêzên dewleta tirk li Farqînê û bajarên din ên kurdan nivîsa ‘Eger tu tirk be pê serbilind be, eger tu ne tirk be serî bitewîne' li ser dîwaran dinivîsînin.'

    Aydar da zanîn ku gelê li bajarên berxwedanê li ber xwe didin di wê baweriyê de ye, ku ji vê saetê û şûn ve veger tê wateya xwekuştinê û destnîşan dikin, ku eger êrişên dewletê neyên şikandin wê kurd rastî komkujiyên gelekî mezintir bên.

    Aydar da xuyakirin ku ciwanên li bajarên Kurdistanê li ber xwe didin, tevî bêderfetî û mercên zehmet jî, lehengiyeke mezin nîşan didin.

    Bi heman mijarî:

    Komîsyona Karên Derve ya KNKê civiya
    KNK: ‘Tirkiyeyê, Kurdistan dagir kiriye, divê bi lez jê derkeve'
    KNK: ‘HDPê serketinek mezin bi dest xist'
    KNK: ‘15emîn kongreya xwe li dar dixe'
    Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
    Etîketan:
    KNK, zubeyîr aydar, Oslo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de