03:01 26 Gulan 2018
El Qaîde

El Qaîde, bi îdiaya zînayê jinek ricm kir

© AFP 2018 / MOHAMMED HUWAIS
Cîhan
Lînkê kurt
0 12

Milîtanên El Qaîdeyê li Nîvgirava Erebî li Yemenê jineke bi îdiaya zînayê ricm kir.

Navenda Nûçeyan - Milîtanên El Qaîdeyê li Nîvgirava Erebî li Yemenê jineke bi îdiaya zînayê ricm kir.

Li gorî şahidên bûyerê ku ji ajansa AFPê ra ragihandine, milîtanên El Qaîdeyê, jinek bi tometa zînayê li eyaleta Hadramaut li bajarê Muqallayê li devê avahiya leşkerî bi keviran kuştin. Her wiha rojnamevanekî herêmî jî bûyer serast kir û got milîtanên cihadîst destûrâ kişandina wêneyan nedan.

Ensar El Şeria ku wekî dadgeha El Qaîdeyê ya Hadramautê kar dike di meha berfenbarê de daxuyaniyek dabû û îdia kiribû ku, jina bi mêr li pêşberî şahidan li xwe mikur hat sûcê xwe îtiraf kir.

Rêxistina Ensar El Şeria ji terefê Amerîkayê ve di nava baskê El Qaîdê de yê herî bi metirsîdar tê binavkirin. Rêxistina Ensar El Şerîa ji zeîftiya rêvebiriya Hadramautê îstîfade kir û herêm xistibû bin kontrola xwe.

Bi heman mijarî:

Dîrektorê CIAyê yê berê: Divê em El Qaîdeyê li hemberî DAIŞê bi kar bînin
DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
TAYBET - YPG: Tirkiye, El Nûsra û rêxistinên din perwerde dike
YPG: Li Helebê 2 çeteyên El Nûsra hatin kuştin
Artêşa Sûriyeyê: Li Çiyayê Kurmênc fermandarekî çeçeni yê El Nûsrayê hat kuştin
Etîketan:
El Qaîde, Rêxistina Ensar El Şerîa, Hadramaut, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de