00:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Ûkraynayê

    Ûkrayna: Qanûnên me destûra avakirina baregeha leşkerî ya Amerîkayê nade

    © Sputnik/ Stringer
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1401

    Wezîrê Parastinê yê Ûkraynayê Stepan Poltorak destnîşan kir ku welatê wî naxwaze ku Amerîka baregeheke leşkeri ava bike.

    Amborgoya zexîre ya Rûsyayê
    © REUTERS/ Eduard Korniyenko
    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Parastinê yê Ûkraynayê Stepan Poltorak ji malpera nûçeyan ya Ukrainski Novini re axivî û got, welatê wî naxwaze ku Amerîka baregeheke leşkeri ava bike û ev li dijî qanûnên me ne.

    Poltorak di axaftina xwe de got, mijara baregeha leşkerî ya Amerîkayê ku li welatê me were avakirin em nanirxînin. Qanûnên Ûkraynayê rê nadin bijartekeke wiha. Hevkariya navbera artêşên me ji bo par vekirina tecrubeyan e. Ji bo ku Ûkrayna bighîje asta NATOyê hevî dikim hevkariyeke nêz di nava Ûkrayna, Polonya û Litvanya de were sazkirin.

    Ji aliyê din ve parlamentoya Ûkraynayê sala borî qanûneke ku bikaribe leşkerên biyanî wekî sozdanî di nava artêşê de bigrin derxistibû. Di çarçoveya vê qanûnê de biyaniyên ku pasaporta Ûkraynayê bi dest bixin dikarin wekî efser di nava artêşê de bixebitin.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê çekên ku ji Ûkraynayê sitandibûn derbasî Sûriyayê kir
    Milîtanê DAIŞê: Me çek ji Ûkraynayê standin û li ser tirkî derbasî Sûriyeyê dikirin
    Ûkrayna: Em deynê Rûsyayê nadin
    Medvedev: Tu planên me yên veşartî ji bo deynê Ûkraynayê tunene
    Rûsya ambargo danî ser Ûkraynayê
    Etîketan:
    Wezareta Parastinê yê Ûkraynayê, Stepan Poltorak, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de