05:03 23 Çile 2018
Zindî
    Ala Bahreynê

    Bahreynê jî pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ji Îranê qut kirin

    © Flickr/ abcdz2000
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî Erebîstana Siûdî Bahreynê jî pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Îranê re qut kirin.

    Navenda Nûçeyan — Erebîstana Siûdî piştî 47 şieyên ku Ayetullah Nemir Baqir el Nemir jî di nav de bû îdam kir, îraniyan jî li Tehran û Meşhedê êrişî balyoz û konsulxanayên Siûdî kiribûn û ew şewitandibûn. Erebîstana Siûdî jî ji bo van êrişan biryara qutkirina pêwendiyên dîplomatîk dabû û ji dîplomatên îranî xwestibû ku di nava 48 saetan de welatê Siûdî biterikînin.

    Her wiha piştî îdama Nemir avahiyên balyozxaneyên Siûdî hatibûn şewitandin û siyasetmedarê îranî bi peyvên tuj Siûdî rexne kiribûn. Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî Adil El Cubeyr jî duhî biryara qutkirina pêwendiyên dîplomatîk yên bi Îranê re dabû.

    Hat ragihandin piştî biryara Erebîstana Siûdî dewleta kendavê Bahreynê jî pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi îranê re qut kirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em amade ne navbeynkariya Îran û Siûdî bikin
    Îraniyan Balyozxaneya Siûdî şewitandin
    Pîranşar bê cêran e; Wezareta Enerjiyê ya Îranê ne li wan deran e
    PANORAMA 2015 - KURDISTANA ÎRANÊ
    Rûsya: Hemû uranyuma Îranê hat tahliyekirin
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Erebîstana Siûdî, Dewleta Bahreynê, Şêx Nemir Baqir el Nemir, Bahreyn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de