01:20 19 Kanûn 2017
Zindî
    Balafirên şer ên Rafale, Fransa

    REQA - Balafirên Fransayê DAIŞ bombe kirin

    © Foto: Kurdistan 24
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 02

    Balafirên Fransayê îro li Reqayê navendên rêxistina DAIŞê bombebaran kirin. Bombeberana li ser DAIŞê 2 saetan berdewam kir.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Parastina Fransayê Jean-Yves Le Drian di daxuyaniyeke de diyar kir, 2 balafirên şerî yên ji cureya "Mirage 2000ê" yên fransî ji Urdinê rabû û depo û rafineyên petrola DAIŞê bombebaran kirin.

    Çavkaniyên ji Wezareta Parastina Fransayê ragihandin, operasyona di sala 2016an de ya yekemîn saet 02.00yê li gor dema herêmê destpêkir û heyama 2 saetan berdewam kir.

    Rêxistina DAIŞê di 13yê Mijdara 2015an de li paytaxta Fransayê Parîsê çend êriş pêk anîbû û di wan êrişan de herî kêm 130 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

    Serokomerê Fransayê piştî wê êrişê ragihandibû ew dê tola xwe ji DAIŞê hildin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Kurdên li Fransayê çalakî li dar dixin
    Partiya rastgir ya Fransayê ji tûra duyem dest vala derket
    Li Fransayê rastgirên tund di hilbajartinê de li pêş in
    Hilbijartinên herêmî yên li Fransayê: Rastgirên tund dibe ku surprîzê bikin
    Yekîtiya Baroyên Fransayê: ‘Ji ber qetilkirina Elçî em bi hêrs in'
    Etîketan:
    Şer, balafir, DAIŞ, Jean-Yves Le Drian, Raqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de