09:16 21 Hezîran 2018
Kongreya Amerîkayê

2016- AMERÎKA: "Tirkiya dê êrişî Rojava bike!"

© REUTERS / Gary Cameron
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Rapora Navenda Lêkolînan a "Stratfor"ê ya ku wekî sîbera CIAyê jî tê nasîn îdia kiriye ku sala 2016an Tirkiya dê êrişî hêzên YPGê û Rojava bike.

Navenda Nûçeyan — Navenda Lêkolînan a Stratfor, texmîn û pêşbîniyên xwe di raporekê de eşkere kirin. Li gorî rapora Stratforê Artêşa Tirkiyayê dê sala 2016an derbasî nav Sûriyayê bibe û li dijî terorîstên DAIŞê yên li rojavayê çemê Feratê, operasyonan pêk bîne û dê pêşiya peşdeçûna hêzên kurd (YPG) yên li wê deverê jî bigire.

Di raporê de herwiha hatiye ragihandin ku Tirkiya dê li dijî hêzên YPGê dest bi êrişên hewayî bike û bi îhtimaleke mezin, Amerîka jî dê li dijî Tirkiyayê dernekeve û asankariyê jê re bike!

Wê navenda amerîkî herwiha îdia kiriye ku Tirkiyayê dest ji avakirina "herêma aram" a li nava Sûriyê bernedaye.

Li gorî wê raporê, hevrikiya navbera Tirkiya û Îranê dê li Sûriye û Iraqê kûrtir bibe; lê Rûsya û Îran dê hewl bidin ku navbera Enqere û Hewlêrê xera bikin, pêwendiyên wan ên di warên aborî û enerjiyê de lawaz bikin.

 

 

 

Bi heman mijarî:

Lavrov: Amerîka nebûya, Tirkiye nikarîbû li Iraqê bê hurmetî bikira
Kremlîn bangî Amerîkayê kir: Dev ji nêçira rûsan berdin
Rûsya: Amerîka bi ziman tekoşîna DAIŞê dike
Li Amerîkayê ba û bahoz: 29 mirî
Di Kongreya Amerîkayê de dewleta Kurdî û Pêşmerge hat gotûbêj kirin
Etîketan:
DAIŞ, Arteşa Tirkiyeyê, YPG, tirkiye, Amerîka, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de