00:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Hillary Clînton

    Clînton: DAIŞê jenosîd anî sere kurdên êzidî

    © REUTERS/ Scott Morgan
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Hillary Clînton di axaftineke xwe de anî ziman ku DAIŞê jenosîd anî sere kurdên êzidî.

    Navenda Nûçeyan - Namzeda serokatiya Amerîkayê û Wezîra berê ya Derve ya wî welatî, Hillary Clînton diyar kir ku komkujiya ku DAIŞê aniye serê kurdên êzîdî, jenosîd e.

    Hillary Clînton, di çarçoveya kampanyaya xwe ya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, di mîtîngekê de axivî û behsa êrşên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî û mesîhiyan Iraqê kir.

    Clînton diyar kir ku ew berê dudil bû ku komkujiya êzîdî û mesîhiyan wek jenosîd bibîne lê niha belgeyên pêwîst hene ku nîşan didin ew komkujiyên ku DAIŞê aniye serê wan gelan, jenosîd (qirrkirin) e.

    Meha Îlona îsal, zêdetirî 100 endamên Kongreya Amerîka di nameyekê de ji Kongreyê xwestin komkujî û êrişa DAIŞê li ser kurdên êzîdî û mesîhiyan wek jenosîd pesend bike.

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn bangî Amerîkayê kir: Dev ji nêçira rûsan berdin
    Rûsya: Amerîka bi ziman tekoşîna DAIŞê dike
    Li Amerîkayê ba û bahoz: 29 mirî
    Di Kongreya Amerîkayê de dewleta Kurdî û Pêşmerge hat gotûbêj kirin
    Operasyona taybet ya hêza Amerîka û kurdan: Kuştî û birîndar hene
    Etîketan:
    Hillary Clînton, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de