23:47 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Êrişa komkujî

    Li Pakîstanê êrişa komkujî: 18 mirî 40 birîndar

    © REUTERS/ Khuram Parvez
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 76701

    Li Pakîstanê di êrişa komkujî de li gorî agahiyên pêşî hêrî kêm 18 mirin û 40 jî birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan — Li Pakîstanê li bajarê Mardanê di êrişa komkujî de li gorî agahiyên pêşî hêrî kêm 18 mirin û 40 jî birîndar bûn. Êrişa komkujî rêxistina Cemaatul Ehrar spart ser xwe.

    Li gorî daxuyaniya Dezgehê Alîkariya Pêşî ya Pencapê êrîş li Mardanê li ofîsa Miduriyeta Nifusê ya bajêr pêk hat. Êrişa komkujî bi motorê bombekirî di deriyê ofîsa Miduriyeta Nifusê ya bajêr rû da. Di encama teqînê de avahiya nifusê bi giştî zirar dît û dora wê ji terefê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û birîndar rakirin nexweşxaneyan.

    Her wiha nûnerê Cemaatul Ehrar Ehsanullah Ehsan êrişa Mardanê girtin ser xwe. Heman rêxistinê sala 2014an li Lahorê jî êrişek komkujî kiribûn û di encama êrişê de 60 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

    Ji aliye din ve Serokwezîrê Pakîstanê Nawaz Şerîf di daxuyaniya xwe de êrişa komkujî ya Mardanê lanet kir û ji bo kesên kuştî û birîndar xemginiya xwe anî ziman.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Pakîstanê fabrîqeyek hilweşiya: 16 mirî û 100 kes jî di binê enkazê de mane
    Li Pakîstan û Efganîstanê bi şîdeta 7,7 erdhêj: 180 mirî û nezî 360 kes jî birîndar in
    Pakîstan li hember CIA doz vedike
    Rûsya: Di tekoşîna dijî DAIŞê de berjewendiyên me û Talîbanê yek in
    Talîban li Afganîstanê herêmek bi dest xist
    Talîbanê êrişî Kandaharê kir: Herî kêm 37 kes hatin kuştin û 35 jî birîndar bûn
    Etîketan:
    Cemaatul Ehrar, Ehsanullah Ehsan, Mardan, Pakîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de