16:54 19 Sibat 2018
Zindî
    Vladîmîr Pûtîn û Angela Merkel

    TIMES: ‘Merkelê derbarê Pûtîn de îstixbarat da ajanên ingilîz’

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11

    Rojnameya TIMES îdia kir ku Merkelê miqabilî hinek agehiyên îstixbaratî derbarê Pûtîn de agehî dane ajanên ingilîz.

    Navenda Nûçeyan – Rojnameya TIMES ragihand ku ajanên payebilind ên ingilîz derbarê DAIŞê de hinek agehî dane Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel. Miqabilî van agehiyan de Merkelê jî derbarê Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de hinek agehiyên îstixbaratî yên hesas dana Dezgehê Îstixbarata Navxweyî (MI5), Dezgehê Îstixbarata Derveyî (MI6) û Navenda Ragihandinê ya Hikûmetê (GCHQ).

    Rojnameyê diyar kir ku guherandina agehiyên îstixbaratî di meha Cotmehê ya borî de qewimiye û dema ku Merkel çûye serdana Londrayê bi ajanên ingilîz re li hev kiriye. Li gorî nûçeyê ev tevgereke siyasî ya nadir e ku serokwezîrek rasterast agehiyan bide û bistîne; ji ber ku dezgehên îstixbaratî yên dewletan jixwe vî karî bi awayekî periyodîk dikin.

    Hêjayî gotinê ye ku di hevdîtinên Merkel û ajanên ingilîz de digel Serokwezîr David Cameron Rêveberê MI5ê Andrew Parker, Rêveberê MI6ê Alex Younger û Rêveberê GCHQê Robert Hannigan amade bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Hunermendê kurd Aram Serhat hat girtin
    KCKê bang li gelê Elewî kir
    Barzanî: ‘Ji xeynî pêvajoya çareseriyê tu rê li ber Tirkiye û PKKê tune ye'
    PDK-S: 'Divê tevahî partiyên kurd piştgiriyê bidin berxwedana gelê li Bakur'
    Behmen Qubadî: 'Divê kurd ji vê krîzê serkeftî derkevin û bibin yekparçe'
    Li Kerboranê êriş
    Etîketan:
    ajanên ingilîz, guherandina agehiyên îstixbaratî, Rojnameya TIMES, Navenda Ragihandinê ya Hikûmetê (GCHQ), Dezgehê Îstixbarata Derveyî (MI6), Dezgehê Îstixbarata Navxweyî (MI5), David Cameron, Angela Merkel, Vladîmîr Pûtîn, Îngilîstan, Almanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de