05:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî û Welîd El Huseynî

    Libnan: 'Em dê li Hewlêrê konsulxaneya xwe vekin'

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1010

    Nêçîrvan Barzanî duh roja pênşemê (23.12.2015) li Hewlêrê Rêvebirê Kar û Barên Balyozxaneya Libnanê ya li Iraqê pêşwazî kir û her du alî derbarê pêwendiyên Libnan-Kurdistanê de axivîn.

    Navenda Nûçeyan – Rêvebirê Kar û Barên Balyozxaneya Libnanê ya li Iraqê Welîd El Huseynî di serdana xwe ya li Kurdistanê de diyar kir ku Kurdistan bi destî Pêşmergeyê Kurdistanê li şûna hemû mirovatiyê şerê hovtirîn rêxistina terorîstî ya DAIŞê dike û pêkvejiyana aşitiyane ya li Herêma Kurdistanê mînakeke yekane ye.

    El Huseynî derbarê pêwendiyên aborî yên Libnan û Kurdistanê de jî wiha got: ‘Gelek libnanî li Herêma Kurdistanê dijîn, di warên cuda de kar dikin û ew bi jiyana xwe ya li vir dilxweş in. Lewre karsaz û şirketên libnanî berê xwe didine vê derê.’

    Rêvebirê Kar û Barên Balyozxaneya Libnanê di civîna xwe de qala pirsa koçber û penaberên Libnan û Kurdistanê kir û got: ‘Pêwist e civaka navneteweyî hevkariyeke zêdetir bide koçber û penaberan.

    Berpirsê Libnanî eşkere kir ku di demek nêzîk de Libnan dê ofîsa nûneriya xwe li Hewlêrê veke û pişt re dê konsulxaneyê veke.

    Bi heman mijarî:

    YDG-H: ‘30 tîmên taybet hatin kuştin'
    Tirkiye bi şerê navxweyî re rû bi rû ye
    TAYBET - Endamê DAIŞê: Me li Tirkiyeyê perwerdeya leşkerî dît
    KOMELE: 'Divê kurdên rojhilatî bi kongreyekê dengên xwe bilind bikin'
    Li Sûrê li dijî gel û siyasetmedaran êriş
    Parlementerê HDPê: Li Cizîrê gelek kuştî û birîndar hene
    Etîketan:
    karsaz û şirket, li şûna hemû mirovahiyê, şerê li dijî hovtirîn rêxistina terorîstî ya cîhanê, pêkvejiyana aşitiyane, konsulxane, ofîsa nûneriyê, civaka navneteweyî, pirsa koçber û penaberan, Rêvebiriya Kar û Barên Balyozxaneya Libnanê ya li Iraqê, Welîd El Huseynî, Libnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de