20:39 24 Îlon 2017
Zindî
    Dr. Guenter Seufert

    Pêşdîtina pisporê almanî: 'Rojava dê ji YPGê re bimîne û Tirkiya jî dê bi PKKê re rûne'

    © Foto: swp.de
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 110721

    Li gorî nûçeya Rûdawê, pisporê Rojhilata Navîn Dr. Guenter Seufert diyar kir ku xurtkirina hêza kurdan di berjewendiya welatên rojavayî de ye û daxwaza wan Sûriyeke federal e.

    Navenda Nûçeyan — Pisporê Rojhilata Navîn ê Weqfa Zanist û Siyasetê (SWP) ya almanî Dr. Guenter Seufert di hevpeyvînekê de kurd wekî aktorên siyasî yên girîng nirxand; herwiha li Iraq û Sûriyayê jî wekî aktorên navneteweyî nîşan da.

    Derbarê Rojava de Dr. Seufert diyar dike ku ‘welatên rojavayî naxwazin kontrola Rojava ji destê YPGê bigirin û bidin DAIŞê an jî rejîma Esed’ û dibêje: ‘Eger rojekê danûstandinên aştiyê yên ligel Esed bi ser kevin welatên rojavayî dê bixwazin ku Sûriye bibe welatekî federal, mafê gotinê yê her hêzê hebe û bandora hikûmeta navendî jî lawaz bibe.’

    Li ser rewşa herêma kurdnişîn a Tirkiyayê de jî Dr. Seufert wiha dibêje: ‘Rewşa Rojhilata Navîn li ser Tirkiyayê ferz dike ku kurdên xwe bi pêvajoyeke siyasî bike hevparê rêvebiriya xwe û ligel PKKê rûnê; heke wisa neke Pirsa Kurdan dê siyaseta derve ya Tirkiyayê bixitimîne; liv û tevgera wê bigihîne asta rajêrîn.

    Li ser damezrandina dewleteke kurdî jî pisporê almanî wiha dibêje: ‘Serxwebûna Herêma Kurdistanê heta 10 salên pêş dê bi awayekî berbiçav diyar bibe.’

    Bi heman mijarî:

    MHP: 'AKP û HDP ji bo Ocalan û Erdogan li hev kirin'
    Kurdan di parlamentoya Tirkiyeyê de li hev dan!
    Malbata misilman negirtin balafira Amerîkayê
    Baydemir: ‘Gelê kurd rastî cûdakariyê hatiye'
    Rûsya: Li Sûriyeyê me li hezar û 93 hedefên terorîstan xist
    Hevpeymaniya Îslamî bi terorê dest pê kir
    Etîketan:
    bi awayekî berbiçav, serxwebûna Herêma Kurdistanê, asta rajêrîn, danûstandinên aştiyê, pisporê almanî, rewşa Rojhilata Navîn, pêvajoya siyasî, welatên rojavayî, Weqfa Zanist û Siyasetê (SWP), Dr. Guenter Seufert, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de