08:08 24 Îlon 2017
Zindî
    Misilman

    Malbata misilman negirtin balafira Amerîkayê

    © AFP 2017/ J.P. MOCZULSKI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 912

    Malbateke misilman li Londrayê xwest li balafira Los Angelesê sûwar bibe lê hatin astengkirin.

    Navenda Nûçeyan - Malbateke misilman li Londrayê xwest li balafira Los Angelesê sûwar bibe, lê ji terefê rayedarên amerîkî ve hatin astengkirin.

    Li gorî nûçeya The Guardiana brîtanî malbata Muhammed Tariq Mahmûd bira û 9 zarokên wî di 15ê Berfenbarê de çûne balafirxaneya Gatwickê û xwestin bi balafira Los Angelesê herin Amerîkayê lê hatin astengkirin. Rayedarên Amerîkayê bêyî sedem nehiştin malbata misilman li balafirê suwar bibe û bilêtê wan yên buhayê 9 hezar sterlin jî şewitîn.

    Parlamentera Partiya Karker ya Brîtanyayê Stella Creasy daxwaz ji Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron kir ku derbarê mijarê de lêkolînekê bike.

    Parlamentoya Birîtanyayê
    © Sputnik/ Alexandr Yuriev
    Gelo banga Trump dikeve jiyanê?

    Creasy derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got, li Brîtanyayê hejmara bûyerên wiha her diçe zêde dibe. Derbarê mijarê de min xwest agahiyan ji balyozxaneya Amerîkayê ya Londrayê bistînim lê ez bi ser neketim.

    Her wiha bernamzetê serokê Amerîka yê komarparêz Donald Trump di axaftineke xwe de gotibû, misilmanên ku bi koçberî û bi sedema geşt û guzariyê serdana Amerîkayê dikin bila werin asteng kirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: 'Bila PKK û Tirkiya dest bi diyalogê bikin û şer rawestînin'
    Bush: Her diçe Rûsya bi hêz dibe û Amerîka jî winda dike
    Artêşa Amerîkayê mitefiq bombe kirin; Wezareta Parastinê lêpirsîn vekir
    Zaxarova: 'Qabiliyeta Rûsya û Amerîkayê ya lihevkirinê heye'
    Pûtîn: Em amade ne ku hem bi Amerîkayê re hem jî bi Esad re bixebitin
    Etîketan:
    Stella Creasy, Muhammed Tariq Mahmûd, Donald Trump, Londra, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de