23:02 26 Îlon 2017
Zindî
    Seddam Hiseyn

    Seddam Hiseyn bingeha DAIŞê avêt

    © REUTERS/ Nuhad Hussin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1201

    Rojnameya New York Timesa Amerîkayê di gotara xwe ya îro de bi nivîsa ‘kî me xiste destê DAIŞê?'

    Navenda Nûçeyan — Rojnameya New York Timesa Amerîkayê di gotara xwe ya îro de bi nivîsa ‘kî me xiste destê DAIŞê?' Rojnameyê dewleta Amerîkayê ji bîr kir û derketina DAIŞê xiste stûyê yêkî din.

    New York Timesê berpirsyariya Amerîkayê îşxala 2003an ya Iraqê ji bîr kir û afirandina DAIŞê xiste stûyê Serokê Iraqê yê berê Seddam Hiseyn û got Seddam bingehê avakirina rêxistina DAIŞê afirandiye.

    Seddam temamê Iraqê kir selefi

    Li gorî nûçeyê, Seddam Hiseyn piştî ku Îran dagir kir, bi taybetî di polîtîkayên derve de havkarî bi rêxistina Birayên Misilman re kir û çapemeniyê jî piştgirî da vê hevkarî yê. Û bi misilmanbûna avakarê Partiya Xrîstiyan Michel Eflaq pêvajoya îslambûnê lez girt. Dewleta Iraqê di sala 1991ê de bi dagirkirina Kuweytê îslambûna Iraqê berz bû.

    Ewlehiya welat kete destê selefiyan

    Berî darvekirina Seddam Hiseyn temamê dezgehên olî û hikumî di destê selefîyan de bûn, piştî darvekirina Seddam dezgehên ewlehiyê jî ketin destê Selefiyan.

    DAIŞ dewamiya rejima Seddam e

    Her wiha rojnameyê di nûçeya xwe de îdia kir ku di nava DAIŞê de Beasî tunin û got ev kes yên ku piştî dagirkirina Iraqê tevlî El Qaîdeyê bûne û berpirsyariya Amerîkayê ji bîr kir.

    Rojname di dawiya nûçeya xwe de dibêje, DAIŞ ne bi xerakirina rejîma Seddam Hiseyn derket holê, rêxistin berdewamiya wê rejime ye.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Endamê DAIŞê: Tirkiye petrola DAIŞÊ distîne
    Li Rûmadî Artêşa Iraqê û milîtanên DAIŞê sîng bi sîng şer dikin
    Li Tirkiyeyê xwar û vexwarin paşî tevlî DAIŞê bûn
    Hêzên Pêşmêrge li Başîqê 40 terorîstên DAIŞî kuştin
    Talebanî: 'DAIŞ ne tenê encameke ewlehiyê ye, derencameke siyasî ye jî'
    Etîketan:
    DAIŞ, Seddam Hiseyn, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de