17:46 23 Îlon 2017
Zindî
    YE

    Ewropayê Tirkiya hişyar kir: 'Demildest vegere agirbest û pêvajoya aştiyê'

    © AFP 2017/ YE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1901

    Komîsyona Yekîtiya Ewropayê derbarê şer û pevçûnên li bajarên kurdan û kuştinên sivîlan de Tirkiya hişyar kir û got: ‘Divê Tirkiya demildest vegere agirbest û pêvajoya aştiyê.’

    Navenda Nûçeyan — Komîsyona Yekîtiya Ewropayê hemû rayedar û siyasetmedarên Tirkiyayê gazî agirbestê û pêvajoya aştiyê ya digel kurdan kir; mudaxeleya Tirkiyayê ya li protestoya kurdan ‘ji hedê xwe zêde’ û ‘li dijî demografyayê û texrîbkar’ bi nav kir. 

    Komîsyonê bal kişande pêvajoya aştiyê ya berî du salan û serkeftinên wê yên berbiçav û got: Divê rayedar û siyasetmedarên Tirkiyayê demildest vegerin pêvajoya aştiyê û nehêlin şidet gurtir û xurtir bibe. Bi xurtbûna rêjeya şidetê riya çareseriyê dixitime û YE amade ye ku piştgiriyê bide hemû pêngavên aştîxwaziyê.

    Hêjayî gotinê ye ku Komîsyona Yekîtiya Ewropayê vê carê tenê berê rexneya xwe da Tirkiyayê û wekî berpirsiyarê şidet, şer û pevçûnên heyî dît.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: 'Em ava rûyê mirovahiyê diparêzin'
    TAYBET - Endamê DAIŞê: Tirkiye petrola DAIŞÊ distîne
    El Nusra û Ehrar el- Şam bi topên hewanan êrîşe Efrînê kirin
    CİZÎR - 2 jin 3 kes hatin qetil kirin
    Etîketan:
    pêngavên aştîxwaziyê, rêjeya şidetê, riya çareseriyê, pêvajoya aştiyê, agirbestê û pêvajoya aştiyê, Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de