21:07 26 Îlon 2017
Zindî
    Petro Giraso

    Senatoya Îtalyayê: ‘Em ê alîkariya leşkerî û mirovîn bidin Kurdistanê’

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Serokê Senatoya Îtalyayê Petro Giraso diyar kir ku di warê leşkerî û mirovîn de Îtalya amade ye ku alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

    Navenda Nûçeyan — Bi armanca vekirina Konsulxaneya Îtalyayê,  duh roja sêşemê (22.12.2015) Serokê Senatoya Îtalyayê Petro Giraso û şandeya pê re hatine herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve li Balefirgeha Hewlêrê ya Navneteweyî hatibû pêşwazîkirin.

    Piştî bêhnvedaneke kurt, Serokwezîrê Kurdistanê digel Serokê Senatoya Îtaliyayê û şandeya pê re ber bi cihê merasimê bi rê ketin û bi beşdariya Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê, hejmarek wezîr, parlamenter û berpirsên Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî Konsulxaneya Giştî ya Îtalyayê li Hewlêrê vekir.

    Di merasîma vekirina Konsulxaneya Îtalyayê de Petro Giraso axaftinek pêşkeş kir û qala girîngiya vekirina Konsulxaneya Giştî ya Îtalyayê li Hewlêrê kir û got: ‘Pêwendiyên navbera Îtalya û Kurdistanê xurt in û Herêma Kurdistanê bi destî Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê li dijî terorîstan serkeftinên mezin bi dest xistine. Herwiha Kurdistanê hejmareke zêde ya koçber û penaberan li ser axa xwe pêşwazî kiriye, hewandiye û ji gefên terorîstan rizgar kiriye. Wekî Îtalya em jî amade ne ku di warê leşkerî û mirovîn de alîkariya Kurdistanê bikin.'

    Bi heman mijarî:

    CİZÎR - 2 jin 3 kes hatin qetil kirin
    Li Derya Egeyê keştiya penaberan binav bû: 13 mirî
    Hevdîtina Demîrtaş û Lavrov bi dawî bû
    Li Rûmadî Artêşa Iraqê û milîtanên DAIŞê sîng bi sîng şer dikin
    Li balafirxaneya Sabiha Gokçen teqînek pêk hat
    Artêşa tirk Girê Spî gulebaran dike
    Li dijî wesayîta polêsan êriş: 1 kuştî, 1 birîndar
    Derbarê Hevserokên HDP, DBP, KCD û HDKê de lêpirsîn hat vekirin
    Barzanî ji bo pîrozbahiya mewlidê peyamek weşand
    Etîketan:
    alîkariya leşkerî û mirovîn, merasîma vekirinê, êwirandina koçber û penaberan, Konsulxaneya Giştî ya Îtalyayê li Hewlêrê, Senatoya Îtaliyayê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Petro Giraso, Nêçîrvan Barzanî, Îtalya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de