09:43 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Talîban

    Talîban li Afganîstanê herêmek bi dest xist

    © AFP 2017/ Rehman Ali
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2710

    Rêxistina Talîban li Afganîstanê pêş ve diçe û herêma Sengînê bi dest xist.

    Navenda Nûçeyan — Rêxistina Talîban li Afganîstanê pêş ve diçe û herêma Sengîna bajarê Helmandê bi dest xist û cîgirê waliyê Helmandê Serokê Dewletê di facebookê de hişyar kir û got, ‘hindik maye bajarê Helmandê têkeve destê Talîbanê'.

    Ji facebookê bangî Serokê Dewletê kir

    Cîgirê waliyê Helmandê Muhammed Can Resulyar di hisabê xwe ye facebookê de bangî Serokê Dewletê Muhammed Eşref Xanî kir û got, ‘hindik maye bajarê Helmandê têkeve destê Talîbanê'.

    Resulyar di banga hisabê xwe yê facebookê de got, birêz serok ne rast e ku ez li vir xwe bighînim te lê çara min nema. Di 2 rojên dawî de 90 leşker hat kuştin. Ji kerema xwe bajarê Helmandê ji vê karesatê xilas bikin.

    Ji sedî 65ê Helmandê di destê Talîbanê de ye

    Serokê Konseya Bajarê Helmandê Muhammed Kerem Atal ragihand ‘ji sedî 65ê bajarê Helmandê di kontrola Talîban de ye. Li her herêmê ya em bi paş ve vedikişin an jî em wêderê ji Talîbanê re berdidin. Dîsa jî hê gaveke cidî nehatiye avêtin' û hikumet rexne kir. Atal, di nava salekê de ji 2 hezaran bêtir hêzên ewlehiyê hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ, dixwaze li Afganîstanê baregeheke herêmî ava bike
    Li Afganîstanê êrişa xwekujî: 33 mirî
    Talîbanê êrişî Kandaharê kir: Herî kêm 37 kes hatin kuştin û 35 jî birîndar bûn
    Di nava Talîban de krîza serokatiyê: 70 kes hatin kuştin
    Mûşeref: Me Talîban li hemberî Rûsyayê perwerde kir
    Etîketan:
    Serokatiya Afganîstanê, Talîban, Muhammed Kerem Atal, Muhammed Eşref Xanî, Muhammed Can Resulyar, Helmand, Afganîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de