23:10 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Ashton Carter

    WAŞÎNGTON - Kurdistanê rêveberiya xwe ava kiriye

    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2910

    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê piştî hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî naveroka civînên xwe û gotûbêjên navbera Amerîka û Kurdistanê de agahî dan.

    Hewlêr — Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carterê ku berî çend rojan di çarçoveya serdaneke fermî de hatibû Herêma Kurdistanê ragihand ku Herêma Kurdistanê dikare hem li dijî DAIŞê bi awayekî serkeftî şer bike hem jî bi başî xwe bi rê ve bibe û ew jî bala hemû aliyan dikişîne.’

    Carter hem sipasiya qurbanîdana Hêzên Pêşmerge kir û serxweşî da Barzanî hem jî spasiya yekîne û tîmên girêdayî Artêşa Amerîkayê kir ku alîkarî dane Hêza Pêşmerge û got: ‘Amerîka ji bawerî û hevrêziya di navbera Artêşa Amerîka û Hêza Pêşmerge de razî ye.’

    Hêjayî gotinê ye ku hefteya bihurî Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter hate serdana Herêma Kurdistanê li balafirxaneya navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wekîlê Wezîrê Pêşmerge Kerîm Şingalî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Mistefa ve hatibû pêşwazîkirin.

    Bi heman mijarî:

    Balefirên şer li Şêxmeqsûdê xistin: 2 mirî, 9 birîndar
    Rûsya: Dibe Lavrov û Demîrtaş hevdîtinê bikin
    DAIŞ zarokan hînî qetlê dike û dişîne Rojava
    DAIŞ têk jî here dîsa 65 hezar peyrewê wê hene
    Mueyîdeyên Rûsyayê yên li ser Tirkiyayê û hevkariya ekonomîk a her du welatan
    Di pêşbaziya Şahciwanan de xeletiyek ku ji heşê mirovan neçe hat kirin
    Etîketan:
    serdana fermî, Hêza Pêşmerge, Artêşa Amerîkayê, Ashton Carter, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de