02:04 22 Cotmeh 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞ têk jî here dîsa 65 hezar peyrewê wê hene

    © Foto: Screenshot
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1201

    Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûmaya Sûriyeyê qebûl kir.

    Kremlîn
    © Sputnik/ Владимир Песня
    Navenda Nûçeyan — Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûmaya Sûriyeyê qebûl kir, lê amadekirina lîsteya grûbên terorîst hê jî di mijara dubendiyên sereke de ye. Saziyeke fikrî ya brîtanî ragihand heke dewletên rojava hemû keda xwe bidin tekoşîna dijî DAIŞê û rêxistinên terorîst yên din têxin plana duyem ev dê bibe xeletiyek stratejîk.

    Weqfa Centre on Religion & Geopolitics ku ji terefê Serokwezîrê Brîtanya yê berê Tony Blair ve tê birêvebirin raportek amade kir. Rojnameya Guardinê di hejmara xwe de cih da raportê îdia kir ku, milîtanên ku li hemberî Serokê Sûriyeyê Beşar Esad şer dikin, ji nêvî bêtir kêfa xwe ji DAIŞê re tînin û heke DAIŞ têk here jî 65 hezar milîtanên ku wê valahiya wê dagrin hene.

    Leşkerê tirk
    © AFP 2017/ ARIS MESSINIS
    Di berdewamiya raportê de tê gotin ku, dewletên rojava 15 rêxistinên ku bi DAIŞê ve girêdayîne pişt guh dike. Ji van rêxistinan tenê ji çara yek vê bîrdoziyê naşopîne. Û heke DAIŞ têk here wê bêjin van xîlafet xera kir û dê bêtir êriş bikin û heke Esad dev ji erka xwe berde krîza Sûriyeyê dê gurtir bibe.

    Em nikarin baweriyan bombebaran bikin

    Tevahiya raportê dê îro were eşkere kirin. li gorî raportê, dewletên rojava tenê berê DAIŞê û ev xeletiyeke stratejîk e. Têkbirina rêxistinê ya leşkeri baweriya cihadî ya cihanê naqedîne. Em nikarin baweriyan bombebaran bikin û em şerekî bîrdozî dikin.

    Bi heman mijarî:

    Bexdayê ji bo Mûsilê bangî NY û Yekîtiya Erebî kir
    Rûsya, Amerîka û NY ji bo pirsa Sûriyeyê dê hevdîtinekê bikin
    Tirkiya ji NY: Bila dosyeya tirkmenên Sûriyayê li Civata Ewlehiyê were gotebêjkirin
    Pêşnûmaya dijterorî ya Rûsyayê li benda erêkirina NY ye
    Lavrov: Li Sûriyeyê divê biryarên NY werin tetbîqkirin
    Etîketan:
    Weqfa Centre on Religion & Geopolitics, Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî, Beşar Esad, Tony Blair, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de