08:20 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Air France

    Di balafira Air Franceyê de bombe hat dîtin

    © REUTERS/ Joseph Okanga
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 110

    Di balafira Air Franceyê de ku bi lezgîn li Kenyayê danî bombe hat dîtin.

    Navenda Nûçeyan — Balafira Air Franceyê ku bi lezgînî li bajarê Nairobiya Kenyayê danî bombeyek hat dîtin.

    Di lawaboya balafira AF463 Air Franceyê ku sefera Parîsê dikir bombeyek hat dîtin. Di saetên sibê de pakêteke şikber hatibû dîtin û balafirê bi lezgînî li balafirxaneya bajarê Nairobiya Kenyayê danîbû.

    Piştî lêkolîna balafirê li Kenyayê, hat ragihandin ku di balafirê de bombe hatiye dîtin û ji terefê rayedaran re jî hat serastkirin.

    Li gorî agahiyên berdest bombe li cihekî bi ewle hatiye îmhakirin.

    Li gorî ragihandina berpirsên kenyayî di balafirê de 459 rêwî û 13 muretebat hebûn û 6 ji rêwiyan ji bo têkiliya bi bûyerê hatin lêpirsîn.

    Bi heman mijarî:

    Partiya rastgir ya Fransayê ji tûra duyem dest vala derket
    Li Fransayê rastgirên tund di hilbajartinê de li pêş in
    Hilbijartinên herêmî yên li Fransayê: Rastgirên tund dibe ku surprîzê bikin
    Yekîtiya Baroyên Fransayê: ‘Ji ber qetilkirina Elçî em bi hêrs in'
    Fransa: ‘TIRên bi barê petrolê yên DAIŞê diçin Tirkiyeyê'
    Etîketan:
    Nairobi, Kenya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de