17:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Şerê Azerbeycan û Ermenîstanê

    Leşkerekî kurd di êrişa Azerbeycanê de hat kuştin

    © AFP 2017/ KAREN MINASYAN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2901

    Leşkerekî kurd ê êzidî ku di artêşa Ermenîstanê de bû bi hawana Azerbeycanê hat kuştin.

    Navenda Nûçeyan - Leşkerekî kurd ê êzidî ku di artêşa Ermenîstanê de bû bi hawana Azerbeycanê hat kuştin.

    Li ser sînorê Ermenîstan û Azerbeycanê, di encama êrişa hêzên azerî de serbazekî kurd ê êzidî yê Ermenistanê jiyana xwe ji dest da.

    Artêşa Azerbaycanê, hêzên Ermenistanê yên li ser sînorê Qerebaxê da ber topan.

    Redaktorê rojnameya kurdî ya ‘Rya Teze', Mirazê Cemal li ser rûpela xwe ya facebookê eşkere kiriye ku di encama wê êrişê de serbazê kurd ê Ermenistanê Fîdar Aloyan (19 salî) jiyana xwe ji dest daye.

    Li gorî agahiyên Mirazê Cemal, Fîdar salek bû di artêşa Ermenistanê de serbazî dikir.

    Demek dirêje di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de li ser herêma Qerebaxê nakokî heye.

    Bi heman mijarî:

    Ermenîstanê ji bo Qerebaxê Tirkiye hişyar kir
    Li Azerbeycanê di şewatê de 32 kesî jiyana xwe ji dest da
    Di sînorê Azerbeycan û Ermenistanê de pevçûn: 10 leşker hatin kuştin
    Li Îdir û Aydinê operasyon: 20 kes hatin binçavkirin
    Di dorpêça Silopiyê de 2 sivîlên din hatin kuştin
    Etîketan:
    Rya Teze, Artêşa Ermenîstanê, Artêşa Azerbeycan, Fîdar Aloyan, Mirazê Cemal, Qerebax, Azerbeycan, Ermenîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de