00:50 21 Cotmeh 2017
Zindî
    NASA

    NASAyê wêneyên cîhanê ji nû ve kişandin

    © Flickr/ Bernt Rostad
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3201

    Rêveberiya Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê(NASA) ji ser heyvê wêneyên cîhanê yên ku herî zelal ji nû ve kişandin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera NASAyê hatiye weşandin de hinek wêneyên cîhanê yên nû hene ku ji nû ve hatine kişandin. Tê gotin ku ev wêneyên nû dişibihin wêneyên ku 7 Kanûna 1972an ji aliye Navgîna Apollo 17an ve bi qasî 29 hezar km ji dûr ve hatibû kişandin; herwiha di wêneyî de cîhan dişibihe 'Xara Şîn/Blue Marble'

    Di wêneyên nû yên cîhanê de li qunca rastê Deşta Sehrayê û li kêlekê Erebistana Siûdî, li aliyê çepê jî okyanûsên Atlas û Pasîfîkê hûn dikarin bibînin.

    Navgîna Fezayê LRO ji 18 Hezîrana 2009an wir de li ser heyvê lêkolînan dike.

    Hûn dikarin li ser malpera NASAyê wêneyên cîhanê yên ku ji nû ve hatine kişandin bibînin.

    Etîketan:
    Xara Şîn, Navgîna Apollo 17, Okyanûsa Atlasê, Okyanûsa Pasîfîkê, Deşta Sehrayê, Erebistana Siûdî, Rêveberiya Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA), Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de