05:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞ, dixwaze li Afganîstanê baregeheke herêmî ava bike

    © Foto: AP Photo/ Militant website via AP, File
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Komutanê amerîkî li Afganîstanê General John Campbell diyar kir ku DAIŞ dixwaze li Afanîstanê baregehekê ava bike.

    Navenda Nûçeyan - Komutanê hêzên NATO û Amerîkayê li Afganîstanê General John Campbell diyar kir ku DAIŞ di nava tevgerekê de ye û dixwaze li Afanîstanê baregeheke herêmî ava bike.

    Campbell di axaftina xwe ya Associated Pressê de ragihand ku milîtanên DAIŞê li rojhilatê Afganîstanê li bajarê Celalabada eyaleta Nangarharê dixwazin baregeheke leşkerî ava bikin.

    Hevalbendê DAIŞê zêde dibin

    Campbell di berdewamiya axaftina xwe de got, her roj hevalbendê DAIŞê yên li Afganîstanê zêde dibin û kesên piştgiriyê didin DAIŞê ji niha de têkiliya xwe bi emîrên Iraq û Sûriyeyê re datînin.

    Bi heman mijarî:

    Li Mûsilê DAIŞê êrişî Pêşmerge kir: 6 kuştî
    Li Rûmadiyê pevçûnên dijwar diqewimin: 37 DAIŞî hatin kuştin
    Hêzên Rûsyayê 1200 tankerên petrolê yê DAIŞê îmha kirin
    DAIŞê fetwa kuştina pitikên kêmendam derxist
    HEWÎCE - 40 ereb ji destê DAIŞê reviyan cem Pêşmerge
    Etîketan:
    Hêza Amerîkayê, DAIŞ, NATO, John Campbell, Celalabad, Nangarhar, Afganîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de