01:25 24 Mijdar 2017
Zindî
    Alan Kurdî

    Wêneyên Alan Kurdî ket nava 100 wêneyên cihanê

    © Foto: DHA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8611

    Alan Kurdî ji malbateke Kobanî bû û malbata wî ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi hêviya jiyaneke aram û xweştir wan jî berê xwe dabû dewletên ewropayê.

    Shakira
    © AP Photo/ Chris Pizzello
    Navenda Nûçeyan — Alan Kurdî ji malbateke Kobanî bû û malbata wî ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi hêviya jiyaneke aram û xweştir wan jî berê xwe dabû dewletên ewropayê. Lê ew hêviya ewropayê li Derya Egeyê li qeraxa Bodrûmê ku dixwestin herin giravên Yûnanîstanê keştiya wan noqav bû û Alan Kurdî jî di nav de gelek koçber di deryayê de xeniqîn.

    Wêneyê Alan Kurdî ku piştî xeniqîbû li qerexa Deryaya Egeyê ya Bodrumê ji terefê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan ya Doganê Nîlûfer Demir ve hat kişandin. Ew wêneyê Alan Kurdî kete nava 100 wêneyên cihanê.

    Govara TIME lîsteya 100 wêneyên herî bi bandor di hejmara xwe ya dawî de rêz kir û di nava wê lîsteya 100 wêneyên cihanê yên herî baldar de wêneyê Alan Kurdî jî cih girt.

     

    Bi heman mijarî:

    Bavê Alan Kurdî bû mêvanê Mesûd Barzanî
    Shakira li ser Alan Kurdî stran got
    Shakira: ‘Ji bo Alan Kurdî vê pirsgirêkê çareser bikin.'
    Brezîlya: 'Ewropa di mirina Alan Kurdî de gunehkar e'
    Etîketan:
    DHA, kovara TIME, Nîlûfer Demir, Alan Kurdî, Yûnanîstan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de