02:25 18 Sibat 2018
Zindî
    Çekdarê Talîban li Afganistanê

    Talîbanê êrişî Kandaharê kir: Herî kêm 37 kes hatin kuştin û 35 jî birîndar bûn

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Talîbanê êrişî balafirxaneya bajarê Kandaharê yê Afganîstanê kir di encamê de herî kêm 37 kes hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Talîbanê êrişî balafirxaneya bajarê Kandaharê yê Afganîstanê kir di encama êrişê de herî kêm 37 kes hatin kuştin û 35 kes jî birîndar bûn.

    Wezareta Parastinê ya Afganîstanê di daxuyaniyê ragihand ku di şerê êrişa Talîban de herî kêm 37 kes hatin kuştin û 35 kes jî birîndar bûn, her wiha 9 milîtanên Talîbanê hatin kuştin û yek jî bi birîndarî hat girtin.

    Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, Hêza Neteweyî ya Afgan li balafirxaneya Kandaharê bi mêranî li dijî Talîbanê şer dikin û ji bo ku kuştî zêde nebin operasyon hêdî dimeşe.

    Ji aliye din ve berdevkê Talîbanê Karî Yusuf Ahmed diyar kir ku di êrişê de gelek leşkerên afgan hatin kuştin û gelek wesayîtên leşkeri û helîkopterek jî hat rûxandin.

    Bi heman mijarî:

    Di nava Talîban de krîza serokatiyê: 70 kes hatin kuştin
    Mûşeref: Me Talîban li hemberî Rûsyayê perwerde kir
    Kabûl-Talîban-Gotebêj
    Parlamentoya Efxanistanê bu hedefa Talîbanê, hemû êrîşkar hatin tunekirin
    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
    Etîketan:
    Wezareta Parastinê ya Afganîstanê, Karî Yusuf Ahmed, Kandahar, Afganîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de