00:45 18 Çile 2018
Zindî
    Ashley Dyball

    Şervanê YPGê rastî binçavkirin û lêpirsîna polêsê Awustralyayê hat

    © Foto: Facebook
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gorî nûçeya 7 News Sdney polêsê Awûstralyayê şervanê YPGê yê bi eslê xwe awustralyayî Ashley Dyballê 23 salî binçav kir û piştî lêpirsînê û bê berdêl ew serbest berdan.

    Navenda Nûçeyan — Ji ber ku dewleta Awustralyayê destûrê nade welatiyên xwe ku beşdarî rêxistin an jî komên şerkar ên cîhanê bibin, di meha Tebaxê de şervan ê YPGê yê bi navê Jamie Reece Williams ê 28 salî piştî vegera mala xwe hatibû girtin.

    Roja 6ê Berfanbarê şervanê YPGê yê awustralyayî Ashley Dyball jî vegeriya mala xwe û li Balafirgeha Melbornê ji aliyê malbatê û kurdên herêmê ve bi şahî hate pêşwazîkirin; lêbelê rastî binçavkirin û lêpîrsîna polêsan hat.

    Dayik û bavê Ashley, Scott û Julia Dyball gotin ku ew bi kurê xwe serbilind in, bi wî şanaz in. Jiber ku wî li Rojava li dijî terorîstan bi lehengî şer kiriye. Malbatê herwiha diyar kir ku DAIŞ dijminê hemû mirovahiyê ye û ji bo welatê wan jî gef e; lewre divê kurê wan neyê darizandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Xelatên Porteqala Zêrîn diyariyê Elçî, Dundar û Gul kirin
    Mizgefta dîrokî hate şewitandin
    PDKSê serdana rêveberiya Kantona Kobanê kir
    Kremlîn: Tenê rêyeke têkçûna DAIŞê heye
    HDP û DBPê bang li gelê Amedê kirin
    Altan Tan: Divê kurd biratiyek xurt di nav xwe de ava bikin
    Artêşa Sûriyeyê: Li Çiyayê Kurmênc fermandarekî çeçeni yê El Nûsrayê hat kuştin
    Etîketan:
    YPG, Ashley Dyball, Awustralya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de