02:50 19 Çile 2018
Zindî
    Ala Fransayê

    Li Fransayê rastgirên tund di hilbajartinê de li pêş in

    © Sputnik/ Vitalei Ankov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di hilbijartinên herêmî yên li Fransayê de, ku piştî komkujiya 13ê Mijdarê ya Parîsê di nava rewşeke awarte de hatin kirin, partiya rastigirya tund Front National (FN) ji sedî 28 ê dengan stend û gaveke mezin avêt. FN piştî hilbijartinên Parlamenta Ewropayê yên sala 2014an, careke din derket asta mezintirîn partiya li welêt.

    Fransa - Li gorî daneyên ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatine weşandin, rêjeya beşdariya li hilbijartinê ji sedî 51 e. Li gorî sala 2010an rêjeya tevlîbûnê bi 4 pûanan zêde bûye. Di hilbijartinê de Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê ye, derbeke mezin xwar. Eniya Neteweyî (FN) ya nîjadperest li 6 ji 13 herêman bû partiya yekemîn.

    Di hilbijartinê de Keskî (EELV), partiyên pêkhateyên Eniya Çep (FG) û partiyên din ên çep a radîkal bi giştî ji %14 dengan stendin.

    Piştî ku encamên hilbijartinê hatin eşkerekirin lîdera nîjadperest Marîne Le Pen axivî û îdîa kir ku FN wê pîvanên wekhevî, azadî û biratiyê biparêze. Le Pen bang li hilbijêran kir ku di tûra duyemîn de li dora partiya wan bicivin.

    Lîderê Komargeran (LR) Nîcolas Sarkozy jî da xuyakirin ku divê Komarger li hemberî rastgirên tund bi paş ve gavan neavêjin û ji hemû partiyên li herêman xwest ku bi partiyên çep re lîsteya hevpar nekin. Sarkozy li hemberî FN a ragirtiya tudn bang li hilbijêran kir ku deng bidin lîsteya partiya wan.

    Ji bo diyarkirina rêveberiya herêman, pêwîstî bi rêjeya ji sedî 50 a dengan heye. Ji ber ku ti partî li ti herêmê ev rêje bi dest nexist, tûra duyemîn a hilbijartinê wê di 13ê Kanûnê de were kirin. Di tûra duyemîn de li hemû herêman wê herî kêm bi 3 lîsteyên cuda beşdarî li hilbijartinê bê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Hilbijartinên herêmî yên li Fransayê: Rastgirên tund dibe ku surprîzê bikin
    Yekîtiya Baroyên Fransayê: ‘Ji ber qetilkirina Elçî em bi hêrs in'
    Fransa: ‘TIRên bi barê petrolê yên DAIŞê diçin Tirkiyeyê'
    Fransa: 'Divê li dijî DAIŞê destekê bidin Kurdan'
    Li Fransayê gelek kes rehîn hatine girtin
    Rûsya dê li hemberî DAIŞê piştgiriyê bide Fransayê
    Fransayê ji Deryaya Spî dest bi êrîşan kir
    Fransa: Divê li dijî Mûsil û Reqqayê operasyon were lidarxistin
    Etîketan:
    Eniya Neteweyî (FN), EELV, Nicolas Sarkozy, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de