20:06 14 Kanûn 2017
Zindî
    Leşkerên Artêşa Çînê di dema pêşana 9 Gulanê de

    ÇÎN - 10 hezar leşker di rêya Rojhilata Navîn dane

    © Sputnik/ Konstantin Chalabov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11

    Dewleta Çînê biryar da bo parastina ewlehiya Kendava Edenê û rêyên bazirganî yên li ser deryayê 10 hezar leşkerên xwe bişîne welatê Cîbutî.

    Navenda Nûçeyan — Bi zêdebûna diziyên li ser deryayê û êrişên dizan li ser avên Kendava Edenê, welatê çînê biryar da hêzeke mezin a leşkerî bişîne deverê.

    Li gor agahiyan, Çînê bo parastina gemiyên xwe yên bazirganî û rêgirtin ji êrişên dizên deryayî 10 hezar leşkeran erkdar kir û dê wan leşkerên xwe li welatê Cibutî bicih bike.

    Wezîrê Derve yê Cîbutî Mehmûd Elî Yûsif ragihand, Çîn dê li Cîbutî binkeyeke deryayî damezrîne û leşkerên xwe li wir bicih bike.

    Mehmûd Elî Yûsif got: Armanca Çînê ji damezrandina wê binkeya leşkerî têkoşîna li dijî dizên deryayî ye.

    Li gor medyayên Çînê, dê Beijing 10 hezar leşkerên xwe bişîne Cîbûtiyê û li wê navenda leşkerî bicih bike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    IMFê pereyê Çînê jî xiste lîsteyê
    Di nava Çîn û Rûsyayê de peymana balafirên SU-35ê
    Piştî deh salan, ziyareta yekem ya Serokê Çînê bo Îngilîstanê
    Çapemeniya Çînê: ‘Tirkiya xurtbûna kurdan asteng dike'
    Dibe ku Amerîka ji bo Çînê astengiyan derxe!
    Etîketan:
    rojhilata navin, Lêşker, Mehmûd Elî Yûsif, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de