09:28 25 Hezîran 2018
Jens Stoltenberg

NATO: Divê ji vir û pê ve tansiyon were daxistin

© Flickr /
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg derbarê xistina balafira rûsî de axivî û got, ji vir pê ve ya herî girîng kêmkirina tansiyonê ye.

NATO / Deryaya Reş
© AFP 2018 / DANIEL MIHAILESCU
Navenda Nûçeyan — Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg derbarê xistina balafira rûsî de axivî û got, ji vir pê ve ya herî girîng kêmkirina tansiyonê ye û ji bo ku bûyerên wiha bes bibin divê em mekanîzmayên hewceyî biafirînin.

Stoltenberg di hevpeyvîna xwe ya digel rojnameya Welt am Sonntagê de ragihand ku midaxeleyên leşkeri yên Rûsyayê di nava dewletên hevpeyman de hizra metirsiyê çêdike. Em dibinin hebûna leşkerên Rûsyayê ji bakûrê Derya Spî hetanî başûr bi awayekî girîng xwe vesaz dike û li wê herêmê divê em xwe dûrî bûyerên rûdayî bikin. Mafê her netewî heye ku qada xwe biparêze û qada hewayî jî di nav de.

Em li Sûriyeyê çareseriyeke wekî Ûkraynayê qebûl nakin

Jens Stoltenberg di berdewamiya axaftina xwe de got, em li Sûriyeyê çareseriyeke wekî ya Ûkraynayê qebûl nakin. Li Sûriyeyê em li dijî midaxeleya bejayî ne. Ev mijar di rojeva hêza NATOyê û hevpeyman de tuneye, bêtir hewceyî bi hêzên meheli heye. Misilman di vî şerî de di cepheyên pêş de ne û em vî şerî nikarin ji bo wan bikin.

Bi heman mijarî:

Lijneya Rûsya û NATOyê wê dîsa bicive
NATO dê vexwendina endamtiyê ji Qeredaxê re bişîne
Rûsyayê, datayên xistina balafira SU-24ê pêşkêşî NATOyê kirin
NATO: 'Tirkiya alîkariyê dide DAIŞê û jê petrolê dikire'
Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî serî li NATOyê da
Etîketan:
NATO, Jens Stoltenberg, Ûkrayna, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de