20:05 14 Kanûn 2017
Zindî
    Sauli Niinisto

    Serokomarê Finlandiya: Min navcîtiya Pûtîn û Erdogan kir

    © AP Photo/ Heikki Saukkomaa
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Finlandiyayê Sauli Niinisto diyar kir ku min navcîtiya Serokê Rûsyayê Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan kir.

    Navenda Nûçeyan — 24ê Mijdarê piştî xistina balafira rûsî ji terefê Tirkiyeyê li sînorê Sûriyeyê, di nava Rûsya û Tirkiyeyê de hevdîtina herî paye bilin li Belgiradê di navbera wezîrê derve yê herdu welatan de çêbibû. He wiha îdîayek ji Serokomarê Finlandiyayê Sauli Niinisto hat, Niinisto di axaftina xwe ya radyoyê Yle 1ê de ragihand ku wî piştî xistina balafira rûsî di navbera Erdogan û Pûtîn de navbeynkarî kiriye.

    Niinisto di berdewamiya axaftina xwe de got, ez naxwazim xwe wekî navbeynkarekî ku aştiyê saz dike bidim nişandan, lê welatê me jî di nava rojhilat û rojava de roleke girîng dilîze. Min bi Pûtîn û bi Erdogan re cuda cuda xeberda. Peyamên herdu wan jî ji bo hev hebûn.

    Her wiha Serokomarê Finlandiyayê Sauli Niinisto derbarê cihê axaftinê de agahî neda.

    Bi heman mijarî:

    Li metroya Londrayê êriş: 3 birîndar
    Li Azerbeycanê di şewatê de 32 kesî jiyana xwe ji dest da
    Deriyê sînor yê navbera Îran û Herêma Kurdistanê vebû
    Lî Cizîr û Sûrê êriş: Polêsek û 2 leşker hatin kuştin
    Li navçeya Nisêbînê dîsa qedexeya derketina ji malan hat ragihandin
    Etîketan:
    Serokomartiya Finlandiyayê, Vladîmîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdoğan, Sauli Niinisto, Finlandiya, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de